Gorran û Komela Îslamî ji Ebadî xwastine piştî hilbijartinan mûçeyê Kurdistanê bide!

Hat zanîn ku Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kirine piştî hilbijartinên Kurdistanê mûçeyê karmendên Kurdistanê bide û eger da jî nede destê hikûmeta Kurdistanê!
09.01.2018, Sal - 11:04
Gorran û Komela Îslamî ji Ebadî xwastine piştî hilbijartinan mûçeyê Kurdistanê bide!
Nuçe Belav bike

Çend roj berê şandeka hevbeş ya Gorran û Komela Îslamî çûbû Bexdayê û bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin kiribû.

Heftenameya Bas, ku hejmara wê ya nû îro derket, ji zarê çavkaniyekî agahdar ragihandiye, şanda Gorran û Komela Îslamî di wê hevdîtinê de daxwaz ji Ebadî kirine, heta piştî hilbijartinên Kurdistanê bi hikûmeta Kurdistanê re hevdîtin neke her wiha mûçeyê karmendên Kurdistanê jî nede.

Wî jêderî daye zanîn, endamên şanda Gorran û Komela Îslamî li ser sebeba wê daxwaza xwe jî gotine, eger Bexda niha mûçeyê karmendên Kurdistanê bide û kêşeyan çareser bike dê bikeve xizmeta PDK û YNK ev jî dibe sebeba wê ku nerazîbûna xelkê Kurdistanê li hember wan partiyan kêm bibe, loma baştir e heta piştî hilbijartin mûçe neyê dayîn.

Li gorî raporta Basê, şanda Gorran û Komela Îslamî daxwazek din jî ji Ebadî kirine û jê re gotine, eger Bexdayê biryar da mûçeyê karmendên Kurdistanê bide, nabe bide destê hikûmeta Kurdistanê bila yekser bide destê wezaret û rêveberiyên herêmî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:02