HAK-PARê diyar kir, “Piştî 10’emîn Kongreya Mezin a Asayî, Meclîsa Partiya me di 29/30’ê Hezîrana 2024’an de li Navenda Enqereyê li hev civiya û mijarên di rojeva xwe de nîqaş kir. Lijneya Serokatiyê hilbijart û biryar da ku daxuyaniya jêrîn bi raya giştî re parve bike.”
Daxuyaniya Meclîsa Partiya HAK-PARê
Ji çapemenî û raya giştî re:
Di dema me de cîhana me ji ber germbûna gerdûnî û krîza avhewayê li ber felaketê ye, li hêla din şerê wêranker di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, ku ji aliyê DY û NATO ve tê piştgirî kirin, gelek encamên neyînî derxistiye holê. Welatên Ewropî çavkaniyên xwe nemaze ji bo zêdetir çekan veqetandine, partiyên faşîst, rastgir li van welatan xurttir dibin û nirxên demokratîk roj bi roj lawaztir dibin.
Şerê ku piştî êrîşa HAMASê ya li ser Îsraîlê li Xezzeyê dest pê kir û bû sedema wêrankirina niştecihên sivîlan û xesarên mezin, potansiyela wê heye ku li dewletên herêmê jî belav bibe û bi vî awayî bêîstiqrarî li Rojhilata Navîn zêde bibe.
Ji bilî gelek xalên nakokî û aloziyê, berdewamiya şerê navxweyî yê Sûriyê, bêîstîqrariya li Iraqê, siyasetên Îranê ku gefê li tevahiya herêmê dixwe, û aloziya nû ya di navbera Çîn û Amerîkayê de li ser Taywanê her ku diçe zêde dibe. Welatên ku xwedî bi deh hezaran çekên nukleerî ne, gefan li hev dixwin.
Di van şert û mercan de desthilatdariya AKP/MHP’ê ya li Tirkiyeyê ji ber zihniyeta xwe ya dij-kurd, çavkaniyên welat zêdetir derbasî polîtîkayên çekdarîkirinê û şer dike û destwerdanên leşkerî li ser axa Kurdistanê ya ku di çarçoveya serweriya Sûriyeyê û Iraqê de ye dike. Ew ji bo ku nehêle kurd xwe bi rêve bibin, êriş û mudaxaleyên eşkeri li ser axa ku di bin hukumraniya Suriyê û Iraqê de ye dike.
AKP ku 22 sal in li Tirkiyeyê desthilatdar e, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de têkçûnek giran wergirt. Hilbijêran ji polîtîkayên ku AKP’ê ya ku di salên dawî de bi hevkariya MHP’ê û bermahiyên dewleta kûr a kevin dimeşîne re gotin na.
AKP ya ku hem li navxwe û hem jî li Iraq û Sûriyeyê bi dijminatiya Kurdan dike, çavkaniyên welat li şer û çekan xerc dike, barê krîza aborî ya gelek giran xistiye ser milê karker, memûr, cotkar û teqawidiyan. Ew neçar kir ku beşên mezin ên nifûsê bi dahatek di binê xeta birçîbûnê de bijîn. Krîza mezin a aborî ya ku di encamê de derketiye û bêdadiya di dabeşkirina dahatê de li ser girseyan.
Hikûmet ji bo van polîtîkayan bimeşîne, roj bi roj ket nava bêhiqûqî, keyfî û ji nirxên demokratîk dûr ket.
Hilbijêran jî bi awayekî girîng desteka xwe ji AKP'ê re kişand.
Ev rewş nîşan dide ku li Tirkiyeyê wê qada siyasî ji nû ve bê guhartin.
Mixabin muxalefeta ku alternatîfa AKP’ê ye, nikare ji civakê re bibe hêviyekê. Belê hilbijêran AKP ceza kir û CHP kir partiya yekem in, lê ev partiya ku bi zîhniyeta Kemalîst ve hişk girêdayî ye, di esasê xwe de afirînerê pirsgirêkên bingehîn ên heyî ye.
Îro pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e.
CHP-ya ku ji roja damezrandina xwe ve bi darê zorê projeya afirandina yek neteweyî li erdnîgariyeke pirneteweyî û pirçandî meşandiye, bi siyaseta xwe ya red û înkarê û tunekirinê li hember pirsa kurd daye meşandin, bûye bingeha qeyranên aborî, ne demokratîkbûyînê, darbeyên leşkerî û ne pêşxistina têkiliyên şaristanî yên bi cîhana derve re.
Eşkere ye ku CHP ya ku bi AKP'ê re di nava pêşbirka desthilatdariyê de ye, bi gotinên dij-kurd bi hikûmetê re hevrikiyê dike. Ti niyet û projeyek wê nîne ku çareseriyek maqûl û adil ji vê pirsgirêkê re bibîne.
Tirkên kevneperest ên 'monîst' û Tirkên laîk ên 'monîst' ku ji bo kursî û qezencê, bi hestên dij-kurd bi hev re pêşbaziyê dikin. Divê Kurd siyasetek ku daxwazên kurdan ên kolektîf esas digire bişopînin.
Divê Kurd jî bi daxwazên xwe yên hevpar beşdarî nîqaşên li ser makeqanûna nû ya sivîl a ku di van demên dawî de hat rojevê, bibin.
Em wek HAK-PAR li dij in ku nîqaşên 'destûra nû' di nav sînorên îdeolojiya fermî de bimînin.
Divê di rewşeke tam azad de nîqaş bên kirin û her kes/her alî bikaribe bi azadî fikrên xwe bîne ziman û pêşniyarên xwe pêşkêş bike.
Divê di Destûra Bingehîn de ti xalên neguherbar tunebin. Zihniyeta monîst a ku her kesî tirk dihesibîne divê di vê makezagonê de cih negire. Navê dewletê, pênaseya wê ya hemwelatîbûnê, û saziyên wê divê li gorî avahiya wê ya pirneteweyî, pirçandî were guncandin. Her wiha divê pirsgirêka Kurd li ser esasê wekhevî û bi awayekî adil were çareserkirin. Li şûna avahiyeke dewleta tirkperest, îslamîst, ultra-navendparêz, unîter; divê li gorî rastiya pirneteweyî, pirçandî, ji nû ve derfetê bide veavakirinê ya bi şêwazekî federalî. Divê zimanê kurdî li gel tirkî bibe zimanê fermî.
Divê maf û azadiyên bingehîn li gorî pîvanên hevçax bin û veguherîna dewleteke hiqûqî ya bi rastî demokratîk, laîk û civakî pêk bê.
Nabe ku makezagona nû tenê metnek be ku li gorî rastiya civakî tevnegere, mîna makezagona ku leşkerên darbekar di sala 1982-an de kirin. Ev dê tenê sûdê bide kesên desthilatdar.
Bi vê têgihiştinê; HAK-PAR amade ye ku bi hevbeşî destûreke nûjen, demokratîk û medenî amade bike ku bibe çareserî ji bo hemû pirsgirêkên civakî bi taybetî pirsgirêka Kurd û ji bo afirandina pêşerojeke aram û ewle ji bo nifşên pêşerojê.
Ji alîyek dî; Partiya me ku vebijarkeke demokratîk a legal e ku li ser bingeha daxwazên rewa yên gelê me ye û tundiyê dûr dixe, bi welatparêzên dilpak ên ku ji partiyên kolonyalîst û avahiyên projeyên wan dûr disekinin, hevkarî û diyalogê şert dibîne.
Ji ber ku di bin duruşma valakirina Kurdistanê ji Kurdan, asîmîlasyoneke giran û tirkbûnê de, di şerê desthilatdariya navxweyî ya partiyên dij-kurd de, siyaseta pûçkirina potansiyela kurdan berdewam dike.
Li aliyê din welatparêz di vê pêvajoya xirab de di rewşeke bêbandor de dimînin.
Meclisa Partiya me bi hizirkirina ku divê di zûtirîn dem de ev rewş ji holê rabe, bang li hemû partî, kom û raya giştî ya welatparêz dike ku ji bo hevkarî û diyalogê zêdetir bikevin nava liv û tevgerê.
Li Tirkiyê, ku hilbijartinên pêşwext di her kêliyê de dikarin derkevin pêş, xebatkarên HAK-PAR'ê bi misogerkirina dîsîplîna xwe ya navxweyî û xurtkirina sazûmaniya xwe, bi berpirsyariya xwe ya ji bo pêşkêşkirina bijardeyeke welatparêz, dê riya xwe bidomînin.
Meclîsa Partiyê HAK-PAR