Hasîp Kaplan: Nebe ku tirkek çav berde cihê Demirtaş, bila hedê xwe bizanin

Parlamentarê berê yê Şirnexê ji HDPê Hasîp Kaplan, li ser kongreya HDPê û hevserokê ku bê hilbijartin nêrînên xwe li ser Twitterê anîn ziman û got, “Nebe ku tirkek çav berde cihê Demirtaş, pêşniyara min ev e, bila her kes hedê xwe bizane.” Li ser van gotinan Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen ji Spûtnîkê re ragihand ku ew dê demeke nêzîk daxuyanî bidin.
10.01.2018, Çar - 05:31
Hasîp Kaplan: Nebe ku tirkek çav berde cihê Demirtaş, bila hedê xwe bizanin
Nuçe Belav bike

Parlamentarê berê yê kurd li ser kongreya 11ê Sibatê ya HDPê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku ew nêrîna xwe bi zelalî tîne ziman û bi tundî li dijî pêşniyarên hilbijartina kesekî tirk ji bo hevseroktiya partiyê derket.

Kaplan got, "Nêrîna min a zelal ev e, divê hevserok kurdek e. Gel çi dixwaze divê ew be û bila her kes asta xwe bizane."

​Kaplan di daxuyaniyên xwe yên twitterê de ji bo kesên dixwazin ji nav partiyê kesek tirk posta hevseroktiyê bistîne nerazîbûna xwe nîşan da û destnîşan kir, "Li min binêrin gelî nijadperestên her cureyî, di partiyeke ku dengên ji sedî 11ê ji kurdan wergirtiye re, ger hurmeta we ji jê re nebe. Yê min jî hurmeta min ji dengên we yên hezaran yekê re nîne. Bi terbiye bin. Heke na ez ê zêdetir biaxivim.."

Hasîp Kaplan heta dereng jî nivîsandina twîtên li ser mijarê domand û heta ji bo parlamentarê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku bi sînemayê re jî mijul e re jî got, "Here ji xwe re fîlman çêke."

Piştî van parvekirinên Kaplan li ser medya civakî karvedaneke mezin çêbû, li ser gumana hackirina hesabê twitterê yê Hasîp Kaplan jî nîqaş hatin kirin, lê Kaplan ligel ku me xwest li ser daxuyaniyên di twitterê de pê re biaxivin jî bersiva me neda.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî li ser parvekirinên Hasîp Kaplan ji Spûtnîk Kurdistanê re da xuyakirin ku ew dê li demeke nêzîk li sar wan gotinên Hasîp Kaplan daxuyaniyekê bidin.

Piştî gotinên Ayhan Bîlgen li ser hesabê twitterê yê Navenda Giştî ya HDPê derbarê daxuyaniyên Hasîp Kaplan de parvekirin hat kirin.

HDPê gotinên Kaplan wekî cudaxwaziya nijadî nirxand û şermezarî da Hasîp Kaplan. HDPê herwiha got ku ti eleqeya wan nêrînan bi polîtîkayên HDPê re nîne û ew şermezar û şermîn dikin.

Sirri Sureyya Onder ji bo Hasip Kaplan got: "Hevserokatiya giştî ya HDPê ne cihekî ku mirov çav berdê. Hasip em bi partiyên din re şaş kirine. Dema ku parlamenterî jî dikir bi hev şaş dikir."

Sureyya Onder di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez ne namzed û ne jî talibê hevserokatiya giştî ya HDPê me. Ji roja avabûnê hetanî îro gelek caran hevalên min pêşniyar kirin, lê her carê min got bila yên çêtir bikin. Îro jî heman tiştî difikirim."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:54