HDP û KCD: “Pevajoya Çareseriyê ya Nû“ şerek psikolojik e

Cîgirê Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Nadir Yildirim û Hevserokê Kongreya Civata Demokratîk (DTK) Hatip Dicle, gotinên “destpêkirina pêvajoyek çareserî ya nû” bi şerek psikolojîk binav kirin.
23.04.2017, Paz - 15:24
HDP û KCD: “Pevajoya Çareseriyê ya Nû“ şerek psikolojik e
Nuçe Belav bike

Dicle û Yildirim beşdarî di Arti TV de kirin û diyarkirin ku, axaftinên li ser “destpêkirina pêvajoyek çareseriyê ya nû” taktîkên şerê taybet in û derewek e ku dixwaze mêjiyê Kurdan tevlîhev bike.

Nadir Yildirim got ku “Ji derveyî bi birêz Ocalan re, Pêvajoya Çareseriyê nikare bi kesên din re bê destpêkirin.

Berî çendîn rojan rawêjkarê Serokomarê berê Abdullah Gul û nivîskar Ahmet Takan, nivîsandibû ku “AK Partî amadeyiya destpêkirina pêvajoyek çareserî ya nû dike.

Hatip Dicle û Nadir Yildirim diyarkirin ku “Nav û aliyên ku di nivîsê de hatine rêzkirin, ne derfet û ne imkanên wan ên destpêkirina pêvajoyek weha hene. Li gor Hatip Dicle “Dewlet dixwaze derdora KDP li Bakur û HUDA-PAR derxe pêş, lê dê sernekeve.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1816 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:11