HDPê biryara xwe da: Demirtaş dibe namzed

Namzediya Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş a serokomariyê hêdî hêdî zelal dibe. Li gor agahiyan di nava partiyê de şîroveyên ku eger ceza jî bistîne dikare bibe namzed têne kirin.
25.04.2018, Çar - 06:29
HDPê biryara xwe da: Demirtaş dibe namzed
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, di lêkolîna hiqûqî ya ji bo namzediya Selahattin Demirtaş a serokomariyê de tu astengiyek derneket û biryara dawî îro di civîna Meclisa Partiyê de wê zelal bibe.

Wek tê zanîn Demirtaş di girtîgeha Edirneyê de ye û 30ê Nîsanê wê derkeve pêşberî dadger. Tê gotin eger Demirtaş ceza jî wergire dikare bibe namzedê serokmariyê, ji bo ku esehbûna ceza dibe bimîne piştî 24ê Hezîranê. Beşek HDPeyî eger rîsk be jî diwazin Demirtaş wek namzed were nîşandan.

Herwiha ji Lijneya Rêvebir a Navendî ya HDPê ji bo tifaqa bendava sifir biryara piştgiriyê derket.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:56:12