Iraq 8 Kurdan dike balyozên xwe yên nû li welatên cîhanê

Wezareta Derve ya Iraqê ji bo bibin balyozê nû yê Iraqê li welatên cîhanê, navê 30 kesan pêşkeşî Civata Wezîrên Iraqê kir. Civata wezîran 28 kes ji bo vî karî pesend kirin, ku 8 ji wan Kurd in.
06.12.2017, Çar - 13:27
Iraq 8 Kurdan dike balyozên xwe yên nû li welatên cîhanê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb ragihand: “Civata Wezîrên Iraqê bi awayeke nehênî dengana li ser lîsteya 30 kesî ya namzetên balyozxaneyan kiriye û navê 28 kesan hatiye pesendkirin. Di nava lîsteyê de kesên ku beriya niha ne balyoz bûne û dê ji nû ve dest bi vî karî bikin, piştî dengdana li parlamentoyê dê werin destnîşankirin.”

Cîgirê Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Nûrî Ebd Rebe, di vê derbarê de ragihand: “Em ji ber lîsteya namzetan şok bûn. Hinek ji wan li derveyî pisporiya pîşeyî hatine destnîşankirin û ti peywendiyên wan bi dîlomasiyê ve nîne, li ser bingeha parvekirina hizbî hatine diyarkirin.”

Lê Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb dibêje: “Di lîsteyê de kesên xwedan şiyan hatine nivîsandin. Lîste jî li gorî mercên karê dîplomasiyê hatiye amadekirin, ti peywendiya wê bi aliyên hîzbî û mezhebî ve nîne.”

Li gorî gotina Mihemed Nûrî Ebd Rebe, li welatên derve 76 nûner û 38 balyozxaneyên Iraqê hene. Lê li gorî malpera fermî ya Wezareta Derve ya Iraqê, hejmara balyozxaneyan 68 e û 9 balyozên Iraqê jî Kurd in.

Balyozên Kurd ên li Wezareta Derve ya Iraqê ev in:

Bekir Fetah Husên, li Swêdê

Seywan Barzanî, li Holandayê

Bekir Ehmed Caf, li Ukraynayê

Ehmed Ebubekir Bamernî, li Îtalyayê

Ehmed Tehsîn Berwarî, li Çînê

Xazî Tahîr Xalîd Zêbarî, li Yûnanîstanê

Omer Berzencî, li Vatîkanê

Husên Teha Şingalî, li Romanyayê

Şoreş Xalîd, bi pileya balyoz e û alîkarê wezîrê derve ye

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:48:21