Iraq: Heger Operasyonek li hember Qendîl'ê bête destpêkirin lazime beşdariya me jî hevdîtinan de hebe

Serokomarê Tirkiye recep Tayîp Erdogan derbarê operasyona li hember PKK'ê de gotibû ku dibe em Îran'ê re bi hevkar operasyonek bibin li ser PKK'ê. Piştî Serlêdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Bexdayê li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî hevdîtinek pêk anî.
23.08.2017, Çar - 13:33
Iraq: Heger Operasyonek li hember Qendîl'ê bête destpêkirin lazime beşdariya me jî hevdîtinan de hebe
Nuçe Belav bike

Piştî hevdîtinê di civîna çapameniyê de Çavuşoglu ragihand ku ji bo derxistina PKK'ê ji Iraq'ê çi ji desten wan werê dê bikin.Çavuşoglu derbarê hebûna leşkerên Tirk ên li Başîk'yê de got: "Em ê bi hevre li ser mijara vekişandina leşkeran biryarê bidin. Di vê mijarê de nûnerên taybet danûstandinan dikin. Kesên li wir hatine perwerdekirina zarokên Iraqî ne û di operasyona Mûsilê de rol lîstin. Wan di dema operasyonê de 700 DAIŞî ji nav birin."

Çavuşoglu diyar kir, ku wan di tekoşîna li dijî DAIŞê de piştgirî daye Iraqê û dê ev pişrgiriya wan ji vi rû pêve jî berdewam bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha di axaftina xwe de behsa PKKê jî kir û da xuyakirin ku, "Ji bo derxistina PKKê ji Iraqê em ê bi hevre kar bikin. Ji bo vê em ê hemû alîkariyê bidin hêzên Iraqê."

Bersiva Caferî li hember Erdogan bi vî şeklê bû: "Li Iraq'ê ji ber aloziyan PKK'ê firsen dît û belavê hinek herêman bû. Iraq'ê ew neanîn vir. Ev rewşek îstîsnaî ye. Em amadene ku li hember xeteriyên serweriya me bi her ewayê hevdîtin bikin û hevkarî bikin. Heger ji welatên cuda re hevpeymanek were destpê kirin lazime em jî beşdar bibin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:56:00