Ji bo hevserokatiyê HDPê navê ki derbas dibe?

Piştî ku hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş ragihand ku ew nabe hevserokê partiyê, tê gotin ku ji bo hevserokatiyê di nav navên ku derdikevin pêş de, di serî de navê Ayhan Bilgen heye.
05.01.2018, Cum - 07:35
Ji bo hevserokatiyê HDPê navê ki derbas dibe?
Nuçe Belav bike

Hat gotin ku di civînên berî kongeya ku dê 11 Sibatê de pêk were, dê îradeya Demirtaş ku dê nebe hevserokê were nîqaş kirin û biryara dawîn de saziyên partiyê bixwe bidin. Li gel civîna HDPê ya ku doh destpêkirî û bi beşdariya parlamenan pêkhatî dê îro jî birêveberiya partiyê bicive. Di van civînan de, dê polîtikayên serdeam nû, serokatiya Demirtaş û vegotina partiyê were nîqaşkirin.

Herwiha HDPê di meha Çile pê de dê 15 civînan li darbixe û dê dîtinên gel jî ji wan bipirse.

Lê belê di kulîsan de ji bo hevserokatiya partiyê tê gotin ku navê Ayhan Bilgen derbas dibe. Bilgen bi taybet piştî girtina parlamenteran ya di 4ê Mijdarê de, wekî rûyê partiyê yê ku dxwuye xebitîbû û piştî demekê ew jî hatibû girtin. Bilgen piştî ku hatibû berdan dîsa wezîfeya xwe ya berdevkiya partiyê berdewam kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:42