Mela Bextiyar: YNK ji ber xayînan felç bûye

Berpirsê polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar di peyama xwe de ragihand ku bûyerên di vê pêvajoya dawî de qewimîn derxist holê ku xayînên kompleker ji îradeya YNKê xurttir in.
29.12.2017, Cum - 09:33
Mela Bextiyar: YNK ji ber xayînan felç bûye
Nuçe Belav bike

Berpirsê polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar di peyama xwe ya medya civakî de ragihand ku bûyerên di vê pêvajoya dawî de qewimîn derxist holê ku xayînên kompleker ji îradeya YNKê xurttir in. Xwepêşandan ber bi qedandinê ve diçin û di nava YNKê de grûbeke muxalif ku ji aliyê Bexdayê ve tê qebûlkirin ava dibe.

Mela Bextiyar di berdewama peyama xwe de got: "Hikûmetek ji bo çareseriya xxwepêşandanan dikare çi bike? Bersiv, çareserî tineye. Di şewata avahî û baregean de bi milyonan zirar çêbû. Gelo hikûmet li ser van lêkolînê dike? YNK li hemberî cepya muxalif ku hedefên wan diyar e çi dike? Di 3 salên dawî de biryara mekanizma ya di nava YNKê de felç bûye. Yên ku bi destê xwe şepqeya xwe digrin gelo nizanin ku wê rojekê bahoz şepqeya wan jî bifrîne?"

Bextiyar di dirêjiya peyama xwe de got: "Ji bo ku firsendkar û komploker negihîjin armanca xwe tiştê ji destê min hat min kir, lê îradeya YNKê li hemberî komplokeran têk çû."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:58:14