Namzedên hevserokatiya HDPê îro diyar dibin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya Kongreya Giştî ya 11ê Sibatê îro namzedên xwe yên hevserokatiyê eşker dike. Di kulîsan de ji bo hevserokê mêr navê 2 namzedan û ji bo namzediya jin jî navê 5 jinan derbas dibe.
22.01.2018, Pts - 06:03
Namzedên hevserokatiya HDPê îro diyar dibin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Mahmut Licali yê ji rojnameya Cumhuriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike xebatên namzediya HDPê ber bi dawiyê ve diçin. Piştî konferansên herêmî Meclisa Partiyê ya HDPê doh civiya. Îro jî Navenda Lijneya Birêvebirinê (MYK) dê were lidarxistin. Di civînê de tê çaverêkirin ku namezedên hevserokatiyê bêne teqezkirin.

Ji bo hevserokatiyê navên Serpil Kemalbay, Pervin Buldan, Huda Kaya, Besime Konca, Tulya Hamitogullari, Osman Baydemir û Ayhan Bilgen derbas derbas dibe.

Di civînên herêmî de, daxwazên delege û partiyiyan hatine nirxandin. Li gorî agahiyên berdest her çiqas eşkere kiribe ku dê di kongreyê nebe namzed jî navê Demirtaş ji bo hevserokatiyê derkete pêş.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:40