Partiya Demokratîka Gelan (PDG) nexşerêya nû weşand

PDG'ê, mîtînga Demokrasiyê de 'Deklerasyona Çareseriya Demokratîk' ku bi deh xalan pêktê weşand.
21.07.2017, Cum - 10:22
Partiya Demokratîka Gelan (PDG) nexşerêya nû weşand
Nuçe Belav bike

Çalakiya HDPê bi axaftinek Demirtaş destpêkir û pê re jî bendên plansaziya nû hatin xwendin.

Nexşêrêya nû ji aliyê Osman Baydemîr û Serpîl Kemalbay ve hate ragihandin. Nexşerêya HDP ya nû ji 10 bendan pêk tê. Her deh bend jî ji mijarên ku di damezrandina partiyê de û di nexşerêyên hilbijartinan de dihatin ziman pêk tên. Komara demokratîk, binpêkirina mafên mirovî, azadiya jin, xweza, hevzayend û gelên Tirkiye.

Piştî ku proseya aştiyê bi dawî hat, pêwendiyên tevgera siyasî ya li Bakurê Kurdistanê jî bi hikumet û derdorên din ên dewletê re qut bûn. Bi hewla derbe û ragihandina rewşa awarte re jî HDPê hêza xwe ya li parlemenê jidest da. Bi operasyon û girtina hevserok, parlementer û şaredaran re jî rêya HDPê teng bû.

Piştî demeke ku di nava vê atmosferê re derbas dibe, HDP nexşerêyeke nû eşkere kir. Hemû bendên ku di damezrandina partiyê de cîh digirin careke din têne nûjenkirin. Komara Demokratîk, aştî û bi hev re jiyîn.

Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay ji Rûdawê re wiha got: “Bi tifaqa AKP û MHPê li Tirkiye têkişonîna aştî û demokrasiyê hate girtin. Ew yek êdî eşkere ye. Hewla wan sazkirina faşîzmê ye. Wekî din şansekî wan nîne ku karibin welêt bi rêve bibin. Lê em jî li qiraxa wê yekê ne da ku gelên me li hemberî faşîzmê serîrakirinê organîze bikin. Rast e tiştên ku me niha eşkere kirin, berê jî HDPê polîtîkaya xwe li ser danîbû. Ji ber ku programa HDPê hîna jî bi kêrhatî ye.”

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr di axaftina xwe de amaje bi yekitiya gelên tirk û binê komara demokratîk xêz kir. Di bendên ku hatin eşkerekirin de jî rewşa rojhilata navîn, geşedanên heyî û egeriyên li pêş bi firehî hatin têne nîqaşkirin. Di axaftinan de xala herî nû û balkêş ‘Demokrasiya diyalogane’ bû. Lê tam zelal jî nîne bê ka ew diyalog wê bi kê re bêne kirin.

Osman Baydemîr jî ji Rûdawê re got: “Him li Bakurê Kurdistan û him li Başûrê Kurdistan, Him li Rojavayê Kurdistan û him li Rojhilatê kurdistan yek çareserî heye. Ew jî tifaq û îslahata gelê kurd e. Li hember faşîzmê, li hember dîktatoriyê, li hember komkujiyê. Îro pêwistiya kurdan herî zêde bi tifaqa navxweyî heye. Beriya her tiştî lazim e gelê kurd di nava xwe de tifaqekê ava bikin. Ez bawerim kongreya netewî dê bibe bingeha herî mezin ji bo tifaqa gelê kurd û Kurdistanê.”

Di naveroka nexşerêya nû de rexneyên giran li hikumetê hatin girtin bi tometa ku Tirkiye berev bi dîktatoriyê ve diçe. Li hemberî vê jî bang tê kirin da ku hemû hêzên derveyî desthilatê li ser têkbirina wan yekitiya xwe damezrînin. Balkêş bû ku vê carê di nexşerêya HDPê de li ser statû çarenûsiya Bakurê Kurdistanê ti bendek cî nagire. Zêdetir binê mafên takekesî tê xêzkirin. Momenta vê gavê jî weke bi hevre jiyan û komara demokratîk hat zelalkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:11:32