PDKê ji bo hilbijartinên biryara xwe da

Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) ragihand ku dê bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê Iraqê bibin û ji bo hilbijartinên Iraqê jî diyar kir ku naxwaze partiyên kurdî bi lîsteyên cuda tev li hilbijartinên parlamantoya Iraqê bibin.
15.01.2018, Pts - 16:22
PDKê ji bo hilbijartinên biryara xwe da
Nuçe Belav bike

Serokê Koma PDKê ya Parlamantoya Kurdistanê Umêd Xoşna derbarê vê mijarê de ji Sputnik kurdistanê re ragihand ku" îro polîtbîroya PDKê civînek li dar xist û tê de biryar wergirtye ku bo hilbijartnên Parlamantoya Kurdistanê bi lîsteke serbixwe beşdar bibin û hîç hevpeymanyekê li gel ti parteke din neke".

Li ser beşdariya PDKê di hilbjartnên lraqê de jî got" heta niha PDK biryara dawî nedaye û peywendî bi Yekêtiya Niştîmaniya Kurdistanê de kiriye û jê xwastiye ku hemû partiyên Kurdistanê bi yek hevpeyman û lîsteyê beşdarî hilbijartinên Parlamantoyaa lraqê bibin.

Herwiha Xoşna xuya kir ku PDK naxwaze partiyên kurdî bi lîsteyên cuda beşdariyê di hilbijartinên parlamantoya lraqê de bikin ji ber ku li ser asta lraqê, pêwîstiya kurdan bi yekrêzî û yekhelwestiyê heye."

Hêjayî gotinê ye ku heta niha hîn jî dema hilbijartinên Kurdistanê nehatiye diyarkirin û Komisyona Bilind a Hilbijartinan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku rooja 30ê Nîsana bê were encamdan.

Hikûmeta Iraqê jî biryar daye hilbijartinên Iraqê jî dê di 19ê meha Gulanê de werin lidarxistin lê divê Parlementoya Iraqê jî li ser li hev bikin û biryar e ku roja pêncşemê biryara wê bibdin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1876 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:40:32