Peyama yekem a Demîrtaş piştî hilbijartinê: Bêhêvîbûn tune ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê yekem peyama xwe parve kir.
16.05.2023, Sal - 07:06
Peyama yekem a Demîrtaş piştî hilbijartinê: Bêhêvîbûn tune ye
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê, peyamek li hejmar xwe ya tora civakî “Twitter” weşand.

Demîrtaş wiha nivîsî: “Bêhêvîbûn tune ye. Em gelek caran biser ketin, em ê dîsa biser bikevin.”

Pêr 14ê Gulana 2023an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên parlamento û Serokomariyê hatin kirin. Di hilbijartina serokomariyê bi hinceta ku çi namzed nekarî ji zêdetir ji sedî 50î deng bidest bîne, bo gera duyem ma, lê hilbijartina parlamentoyê bi encam bûn.

HDPê ku li ser navê Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinan bû, nekarî deng û kursiyên xwe yên parlamentoyê biparêze. HDP li gor hilbijartina 2018an, dengên xwe ji sedî 3 jidest dane û her wiha 5 kursî jî kêm kirine.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî duhî encamên hilbijartinê nirxandin û got: “Rast e, dengên me kêm bûne. Bi taybetî li herêmên Rojava ev kêmbûn balkêştir e. Şikestinek heye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:03:48