PSK: Piştgiriya Berxwerdana Gelên Îranê Dikin

PSK, herwekî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û KOMELA daxwaz ji dezgeyên mirovdost yên navnetewî û dewletên Rojava dike, ku ji bona azad kirina girtiyên siyasî zext li Rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê bikin
01.01.2018, Pts - 10:42
PSK: Piştgiriya Berxwerdana Gelên Îranê Dikin
Nuçe Belav bike

Çend rojên dawiyê, li Kurdistana Rojhilat û hinek bajarên Îranê xelk derketine kolanan û dijî Rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê xwepêşandan dikin, dijî zordariya rejîmê derdikevin, wekheviyê û mafên xwe yên siyasî û aboriyê dixwazin.

Rejîma Axundên Îranê, her wekî berê şuna ku daxwaza gel cî be cî bike, dîsa êrîş kir ser xwepêşanderan, dst bi ser sedan kesan da girt û birîndar kir.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan, piştgirî li daxwaz û berxwedana gelên Îranê dike.

PSK, herwekî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û KOMELA daxwaz ji dezgeyên mirovdost yên navnetewî û dewletên Rojava dike, ku ji bona azad kirina girtiyên siyasî zext li Rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê bikin.

PSK ji hemu hêzên demokrat û şoreşger yên Kurdistana Bakur û Tirkiyê, dixwaze piştgiriya daxwaz û berxwedana gelên Îranê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2085 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:13:01