Qubad Talebanî: Me şoreşa reformê da destpêkirin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê li qadên cûr bi cûr, dest bi “şoreşa reforman” kiriye.
17.05.2017, Çar - 07:13
Qubad Talebanî: Me şoreşa reformê da destpêkirin
Nuçe Belav bike

Qubad Talebanî di çalakiya “Ez ji pirtûkan pir hez dikim” de axivî û li ser reformên ku hikûmetê dane destpêkirin agahî dan.

Talebanî diyar kir: “Me bi sîstema biyometrîk, kesên ku du mûçeyan werdigirtin û herwiha kesên ku bi rêya neyasayî mûçe distandin nehiştin.”

Qubad Talebanî destnîşan kir, ku hewl didin gumanên li ser hatiniyên gaz û petrolê kêm bikin û aşkere kir, ku li Wezareta Pêşmerge, Wazerata Perwerdehî, Wezareta Perwerdeya Bilind, Wezareta Enerjiyê û li ser sîstema xanenişîniyê reform pêk anîne.

Herwiha Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi yekê kir, ku hikûmetê li qadên cûr bi cûr reformên berfireh dane destpêkirin û ev reform berdewam in.

Li Herêma Kurdistanê ji bo mûçeyên karmendan di 10ê Cotmeha 2016an de pêkanîna sîstema biyometrîk hatibû ragihandin û bi vê sîstemê navên mûçexuran hate tomarkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1836 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:54