Qubad Talebanî: Pêwîste em hemû nakokiyên siyasî çareser bikin

Qubad Talebanî bi boneya ragihandina encamên fermî yên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê komîsyonê ve, peyameke vîdeoyî belav kir û diyar kir, ku piştî vê yekê pêwîste hemû nakokiyên siyasî werin çareserkirin û dest bi karekî giran bikin, ku ew jî xizmetkirina bo xelkê Kurdistanê ye.
23.10.2018, Sal - 07:57
Qubad Talebanî: Pêwîste em hemû nakokiyên siyasî çareser bikin
Nuçe Belav bike

Roja duşemê (22-10-2018) Serokê Lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bog era pêncem a Parlamentoya Kurdistanê Qubad Talebanî bi rêya vîdeoyê peyamek belav kir û got: “Yek bi yek spasiya xelkê Kurdistanê dikim ku beşdarî proseya hilbijartinê bûn û spasiya wan kesan jî dikim ku deng dan lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê… Şerefeke mezin e bo min ku dikarim biêjim ez dê bibim cihê baweriya we.”

Di beşeke peyama xwe de li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera aliyên siyasî de, Qubad Talebanî got: “Niha ger proseya hilnbijartinê bi dawî bûbe, dive em dest bi karekî giran bikin, ku xizmetkirina civakên xelkê Kurdistanê ye û pêwîste em hemû nakokiyên siyasî çareser bikin û kar bikin bo navmala Kurd. Bo vê jî pêwîstî bi hemahengî û karkirina berdewam heye, li ser nave çareserkirina kêşeyan.”

Talebanî dibêje: “Bo derbaskirina wan kêşeyan erkekî giran li ber parlamentoya bê heye. Kêşeyên mezin li ber hikûmeta bê ye.”

Di dawiya gotina xwe de Talebanî di derbarê wan kesên dengên xwe dane lîsteya wî, dibêje: “Wê bangeşiyê selimand hûn li gel me bûn û em jî dê li gel bin, spasiya we dikim bo bawerî û dengên we yên ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re.”

Li gor wan encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê belav kiriye, wek serokê lîsteya partiya xwe Qubad Talebanî zêdetir deng bi dest xistin.

Serokê Lîsteya YNKê Qubad Talebanî 182 hezar û 551 deng bi dest xistin ku dike %57ê dengên YNKê, wate dike 12 kursiyên wê partiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:55