Şanda KCD, HDP û DBPê seredana partiyên Kurdistanê kir

Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca hevgirtin û yekbûna nav mala Kurdan seredana Partiya Sosyalîst a Azad (OS, Tevgera Azadî û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) kir.
23.05.2017, Sal - 06:05
Şanda KCD, HDP û DBPê seredana partiyên Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Hevseroka KCDê Leyla Guven di hevdîtinan de da zanîn ku ew sê di demeke kurt de kongreya xwe li dar bixin.

Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk di bin serperiştiya Hevseroka wê Leyla Guven de tevî endamên Dîwana KCDê Leyla Bîrlîk, Îmam Taşçier û Mûsa Farisoglû seredana OSP, Tevgera Azadî û HAK-PARê kirin.

Hevseroka KCDê Leyla Guven da zanîn ku di demek nêzîk de dê kongreya xwe li dar bixin. Guvenê diyar kir ku Kurdistan parçekirî be jî dil û giyanê Kurdan her yek e.

Herwiha Guven got ku çare û dermanê derdê Kurdan yekbûn û hevgirtin e. Rêveber û rayedarên OSP, Tevgera Azadî û HAK-PARê jî xweşhaliya xwe ji seredana şandeya KCDê anîn zimên û diyar kirin divê Kurd miletbûn û netewbûna Kurdan bigirin pêş îdeolojî, ol û baweriyên xwe.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2068 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:48