Şanda Srî Lanka serlêdana Herêma Kurdistan kir

Serokwezîrê Herêma kurdistan Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê Srî Lanka li Iraqê Mîranca Asoka Ransîng û şandeka li gel wî kir.
30.11.2017, Per - 08:56
Şanda Srî Lanka serlêdana Herêma Kurdistan kir
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî îro li Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Srî Lankayê yê li Iraqê Miranca Asoka Ransing û Konsulê Fexrî yê Srî Lankayê yê li Herêma Kurdistanê Ehmed Celaledîn û şandeke bi wan re kir.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Balyozê Srî Lankayê di vê hevdîtinê de ragihandiye, berî ku ew dest bi karê xwe yê li Iraqê bike, Serokwezîrê Srî Lankayê di civînekê de ji wî re behsa Herêma Kurdistanê kiriye û ew erkdar kiriye, ku di derfeteke guncaw de serdana Herêma Kurdistanê bike û rêz û silavên wî bigihîne Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Miranca Asoka Ransing herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku ji bo vekirina Konsulxaneya Fexrî ya Srî Lankayê ya li Herêma Kurdistanê alîkariyan pêşkêşî welatê wan dike û hêvî kir, ku di paşerojê de konsulxaneya welatê wan li Herêma Kurdistanê bibe konsulxaneya giştî.

Di axaftina xwe de Ransing herwiha amadebûna welatê xwe ji bo bi pêşxistina pêwendiyên du alî yên navbera her du welatan û bi taybet di warê aborî de nîşan da û diyar kir, ew dixwazin pêwendiyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re baş bin.

Balyozê Srî Lankayê yê li Iraqê herwiha pêşkevtinên berdewam ên Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê civînê de spasiya serdana Balyozê Srî Lankayê bo Herêma Kurdistanê û nirxandinên Serokwezîrê Srî Lankayê yên derbarê Herêma Kurdistanê de kir û ji bo xebata wan pîrozbayî li balyozê nû yê Srî Lankayê yê li Iraqê û Konsulê Fexrî yê Srî Lankayê yê li Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kar û xebatên konxuslxaneya Srî Lankayê ya li Herêma Kurdistanê jî nîşan da û hêvî kir, ku di paşerojeke nêzîk de Konsulê Giştî yê wî welatî li Kurdistanê dest bi kar bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1566 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:52