Serokwezîr Barzanî: Dixwazin hilbijartin di dema xwe de bê kirin

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, şanda PDK û YNKê serdana Bexdayê dike û PDK rijd e ku hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê di dema ya diyarkirî de birêve biçe.
30.08.2018, Per - 09:32
Serokwezîr Barzanî: Dixwazin hilbijartin di dema xwe de bê kirin
Nuçe Belav bike

Îro Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya.

Piştî civînê, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, PDK tekez li wê yekê kir, ku hilbijartin di dema xwe diyarkirî de birêve biçe.

Biryara 30î meha Îlona bê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê birêve biçe.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, şanda PDK û YNKê bo guftûgokirina pirsa pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê serdana Bexdayê dikin.

Tekez kir jî, PDK amade ye bi aliyên din ên Kurdistanî re guftûgoyê bike, ta bikarin bi hev re serdana Bexdayê bikin.

Biryar e roja Şemiyê 1ê Îlonê şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina pirsa pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê serdana Bexdayê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:31:58