Serokwezîr Barzanî: Divê civaka navnetewî kiryarin Heşdî Şabî bibîne!

Serokwezîrê herêma Kurdistanê di çalakiya li Hewlêrê ya li dijî tundûtîjiya dijî jinan de gotarek pêşkeş kir. Barzanî dibêje; Divê kujerên ku dibin sedema namûsê de jinan dikujin neyên efû kirin.
27.11.2017, Pts - 11:29
Serokwezîr Barzanî: Divê civaka navnetewî kiryarin Heşdî Şabî bibîne!
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de dibêje; ‘’Îsal dehemîn sale li herêma Kurdistanê helmeta niştimanî bo li dijî tundî û bidestxistina wekhevî û dadperweriya civakî em radigehînin.

Herwaha got; Li gel bûyerên dijwariyê yên vê dawiyê û rewşa giran a herêma Kurdistanê, îsal jî wek salên borî mil bi milê hikûmet û rêxistinên civaka sivîl li seranserê cîhan îradeya siyasî bo bidestxistina aştî û seqamgiriyê li herêma Kurdistanê em teqez dikin.

Barzanî got, "kar û çalakiyên me bi armanca nehiştina tundiyê dinav malbat û civak û hemû navçeyê jî emê zêdetir bikin. Em îradeya gelê Kurdistanê bo azadî, wekhewî, aştî û seqamgiriyê teqez giring dibînin."

Barzanî di devama gotarê de; "Herêma Kurdistanê îsal ji rewşeke dijwar û ne li ser hev re derbas dibe. Bûyerên vê dawiyê bi kiryar jî îspat dikin ku gelê Kurdistanê geleke azadîxwaze, vekiriye û bexşîndeye û berdewam berevanî li xwe dike. Ti demekê tundiyê bo çareseriya pirsgirêk û bidestxistina mafên bingehîn ên siyasî û sivîl û mirovî bikar neaniye, ji ber dixwaze bi aştiyane bigehe mafên xwe."

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Li hemû cîhanê dema rewşa siyasî û aborî têkdiçe, jin baceke giran didin. Ne tenê dibin qurbanê serekî yê şer û êrîşan, herwaha mafên wan û çalakiyên wan kêm dibin û yeksanî û dadperwerî li holê radibe.’’

Barzanî got: Em teqez dikin ku em nahêlin mafên we ji holê bên rakirin û careke din bibin qurbanê serekî yê şer û pevçûnan. Em soz didin ku ew pêşketinên 25 salên borî de me bidest xistine, emê li ser wan berdewam bin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî wek hercar dê bibe alîkarê we yê herî nêzîk.’’

Herwaha got: ‘’Di 25 salên borî de me karên cidî li ser pirsa jin û siyaseta civakî li herêma Kurdistanê kirin. Baweriya me wisaye ku bidestxistina wekhewî û dadperweriyê dê bibe bingehê serekî yê karê me. Deriye herî başe bo çûna ber bi jiyanek aram û Kurdistaneke aram e.’’

Barzanî got: ‘’Wan derbaran de şêwirandin û guhdana pispor û çalakvanên mafê mirov ji bo bidestxistina yasa me pêkaniye û ji salên 1990 heta naha gelek yasayên kesayetî û ceza de li Iraqê me pêkanîn. Parlamentoya Kurdistanê jî bi şêwirandin û guhdarî kirin li hemû aliyan û herwaha çend yasayên hewçerx û şaristanî me derxistin.’’

Navborî diyar kir: ‘’Ji sala 2001 heta naha li herêma Kurdistanê kuştina jin bi çi bahaneyekê be, wek her kuştinek din danûstandin li gel hatiye kirin. Ne li gor madeyên yasayên Iraqê, ku tewanbarên kuştina jin bi cezayek sivik dihatin ceza kirin.

Barzanî got: ‘’Babeta pir jin anînê li herêma Kurdistanê bi hin mercên giran ve hatiye sînordar kirin, herwaha temenê zewaca jin 18 salî şûnde hatiye danîn. Herwaha yasaya 8 a li dijî tundiya malbatê di sala 2011ê de hat derxistin û ew yasayek pir giring bû.’’

Barzanî ragehand: ‘’Ji aliye siyaset û stratejî ve karên me îspat dikin ku ji destpêkê ve bi awayek sistematîk me kar li ser vê pirsa giring a civakê kiriye. Damezrandina malên jinên gefa jiyana wan heyî û lê tên parastin û gelek saziyên encûmena bilind a karûbarên jinan û gelek xalên din, pêngavên kiryarî yên hikûmeta herêma Kurdistanê ne, ku bi armanca rawestandina tundiya dijî jinan hatine ava kirin. Ez pir keyfxweşim jî ez dibînim ew saziyane rojane karên giring pêktînin.’’

Barzanî got: ‘’Piştî êrîşên hêzên Iraqê yên ser Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din zêdetir ji 160 hezar kes koçber bûn û raportên heyî aşkera dikin ku keç û jin rastî tundiyê tên. Em pêdaçûnê li ser wan dosyayan dikin û daxwaz li hêzên pêşketîxwaz ên Iraqê û civaka navnetewî dikin, alîkar bin bo ceza kirina tewanbaran û qerebû kirina jinên ziyan lê wan bûye.’’

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Helmeta îsal rastî helmeta cîhanî ya li dijî zêdegaviyên seksî li cîhê karkirinê li hember jinan tê. Jinên Kurdistanê demeke ew gav avêtine û bi awayeke kiryarî li hember hemû core tundiyan hatine. Ev helmeta vê dawiyê ya cîhanê hêzeke din dide me. Em daxwaz li dadgehan dikin ku guh li wan jinan bigrin û bi dadperwerî û dadgehkirinê ve wê xemê kêm bikin.’’

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Em hemsoziya xwe bo desthilatdarên federal a Iraqê radigehînin ku rê li zewicandina keçan a 9 salî bigrin. Keçên me di 9 saliya xwe de pêwîstiya wan bi heskirina dayîk û bavê wan heye û pêwîstiya wan bi xwendinê heye, ne ku bibin mal û bên zewicandin. Hêvîdarim hêzên pêşketîxwaz ên Iraqê pêşî li wê proje bigrin û nehêlin bibe yasa.’’

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Teqez dikim ku hewldanên me bo rizgar kirina keç û jinên êzdî dê berdewam bike. Ew nimûneya zindî ya tewanên li dijî jinan in. Naha jî li parlamentoya Kurdistanê yasaya lêborîna giştî tê gotûbêj kirin, ez daxwazê li parlamentoya Kurdistanê dikim, ew lêborîn bi ti awayekê wan kesan li xwe negre ku tewan li hember jinan pêkanîne.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:43