Serokwezîr Barzanî: Divê NY rolekî girîng bilîze!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanderê Netewên Yekbûyî ji bo Iraqê tekezî li ser pêwîstiya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
06.12.2017, Çar - 08:02
Serokwezîr Barzanî: Divê NY rolekî girîng bilîze!
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê herêma Kurdistanê û şanderê netewên Yekgirtî civiyan, di civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Yan Kobîş de, herdu aliyan gotobêj li ser dawîn guhertinên navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser rola Netewên Yekgirtî kir ji bo destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Li gorî daxuyaniyeke serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û hin pirsên din hatine gotûbêjkirin.

Her wiha Serokwezîr Barzanî di beşekî daxuyaniya xwe de destnîşan kir û got, ji bo diyalogên çareseriya kêşeyan Herêma Kurdistan xwe ji hevdîtinan re amade kiriye lê belê Bexda ne amadeye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1534 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:28