Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.
Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser gotinên Bahcelî yên derbarê Ocalan gotibû, "Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî."
"Ez qet matmayî nemam"
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik derbarê gotinên Bahçelî yên ji bo Ocalan daxuyanî da û got:
"Gotineke Elewiyan heye: Başî baş e. Li van axan axaftin baş e.
Divê binê gotinên Bahçelî bên tijîkirin û bê nîşandan ku ji ret û înkarê hatine qonaxa muzakereyan.
Em li van axan bi axaftinan dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Ez ji gotinên Bahçelî yên derbarê Ocalan de qet matmayî nemam.
Ez îhtimala mezin dibînim ku di rojên pêş de dê bipêşketinên girîngtir çêbibin.
Em dê bibînin, binêrin, bisekinin."