Li Sûriyê, Kirîstiyanan Cejna Qiyame pîroz kirin

Ermenên Katolîk li nav Dêra Çil Şehîdan Cejna Qiyame anku Rabûna Hz. Îsa Mesîh bi rêya qiddasan pîroz kirin.
10.04.2023, Pts - 11:40
Li Sûriyê, Kirîstiyanan Cejna Qiyame pîroz kirin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Helebê, Ermenên Katolîk li nav Dêra Çil Şehîdan Cejna Qiyame anku Rabûna Hz. Îsa Mesîh bi rêya qiddasan pîroz kirin.

Piştre bi kom derketin ser cadeyan û ahenga cejnê bi rêya merasîmîn folklorîk gerandin.

Berces Serkîsiyan, Kirîstiyanê nişteciyê Helebê hêviyên xwe di cejna îsal de tîne ziman û dibêje: “Cejna Şeanînan pîroz be, bo hemûyan xêr û silamet be, hêviya me ew e cejin di rewşeke baştir de derbas bibe. Me ji ber erdhejê derd û êş û zehmetî dîtin, lê sipas ji Xwedê re em miletekî bawermend in, em milletê Qiyame ne, tevî hemû rewşên nexweş em di wê baweriyê de ne ku Xwedê bi me re ye.”

Li Taxa Zeytûn a Şam a paytexta Sûriyê jî, Suryanên Katolîk li nav Dêra Seyide Nayih cejna xwe kirin.

Piştre li ser cadeyan û li pey tîma Keşşafe ya folklorî li Taxa Bab Şerqî ahenga gerandin.

Wesîm Sinûnû, Endamê Tîma Keşşafe ya Dêra Suryanan dibêje: “Di her cejnekê de guşar li ser me sivik dibe, ji ber xelkê me koç dikin, hejmareke zêde ya Kirîstiyanan ji ber rewşa aborî derketin derve, rewşa aborî bandoreke xirab li xelkê dike, em bi hêvî ne xelk vegerin welat û em careke din hev bibînin.”

Li gor çavkaniyên Katolîkî û Balyozê Vatîkanê li Şamê, berî şerê navxwe yê Sûriyê, ji sedî 10ê nişteciyên wî welatî Mesîhî anku Kirîstiyan bûn, ji sedî 2ê wan jî Katolîk, lê piştî derbasbûna 12 salên şer tenê ji sedî 2ê nişteciyên Sûriyê Mesîhî mane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 960 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:36