Ebdûlazîz Qasim: Derfetên dubarebûna diyaloga kurdî

Amerîka heta demekî nediyar li herêma kurdî ya Rojhelatê Firatê dê mîne, û helbet ku Amerîka dê pitir alîkariyê bide navçeyên kurdî yên di bin kontrola HSD de, herwisa dûr nîne ku aliyên kurdî bi serpiştiya wê careke din dest bi gereke nû ya diyalogê bikin, ku ne tinê di navbera ENKS û PYD de be, belkî bi beşdariya hin aliyên kurdî yên din jî bibe, wekî sazî û partiyên derveyî van herdu aliyan.
20.03.2023, Pts - 08:54
Ebdûlazîz Qasim: Derfetên dubarebûna diyaloga kurdî
Nuçe Belav bike

Piştî derbasbûna pitir ji salekî li ser şerê Rûsya-Ukraiyna di 24ê Sibata 2022an de, yê berdewam heta îro, ku bû sedemê peydabûna nakokiyên mezin di navbera dewletên rojavayî û Rûsiya de, herwisa bû sedemê peydabûna qeyraneke aborî mezin ku ew jî heta niha ber bi zêdebûnê diçe.

Amerîka û welatên Ewropî di çarçoveya şerê Rûsiya û Ukraiyna de, ji bo bihêzkirina piştevaniya navdewletî ya li dijî Rûsyayê hewl dan ku ji Erebistana Siûdî û dewletên Erebî yên kendavê piştgiriyê werbigirin û herwisa Rûsiyayê jî têkiliyên xwe digel Tirkiyê û Îranê bihêztir kirin, heta ku têkiliyên Rûsiya û Îranê gihiştin astekî bilind ji piştgiriya siyasî û leşkerî û rêjîma Îranê bû beşek ji şerê Rûsiyayê li dijî Ukraiynayê.

Wisa diyar dibe ku piştî peydabûna nakokiyên mezin di navbera Amerîka û Rûsiyayê de, niha nakokiyên siyasî û dîplomatîk li vê dawiyê di navbera Amerîk û Çînê de jî peyda dibin û têkilî ber bi xirabûnê ve diçin,nemaze ku Çînê di heyamê çend rojên borî de karî bi roleke mezin rabe di navbeynkariya Erebistana Siûdî û Îranê de, bo vegerandina têkiliyan di navbera wan de û wisa dixuye ku dibe pêgeha Pekînê di Rojhilata Navîn de zêdetir bibe û bi taybetî li herêma Kendavê ya dewlemend bi neft û gazê, hevdem ku ev "lihevkirina" Îranî-Siûdî, pirsên gelek bi xwe ve digire, nemaze li ser dosyayên navçeyî yên bi salan bûne qadên hevrikî û şerên niyabetî "wekalet" di navbera wan de.

Ne tinê li Rojhelata Navîn, herwiha dibe ku Çîn bi rolek mezin rabe li ser asta cîhanê, bi taybetî di rawestandina şerê Rûsiya û Ukraiynayê de û bihêzkirina pêgeha xwe digel welatên Ewropa nemaze piştî serdana serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, û tê pêşbînîkirin ku her yek ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Avusturalya Anthony Albanese di dawiya vê salê de serdana Çînê bikin.

Wusa dixuye ku Çîn piştî îzolasyoneke dirêj, ne tinê di navçeyên di bandora dijberê xwe Amerîkî de serkevt, herweha di navçeyên di bandora dostên xwe yên Rûsiyan de jî serkevt, ji ber ku hewlên Rûsiyayê ji bo pêkanîna lihevhatinekî di navbera Esed û Erdogan de sernekevt, wekî me dît ku piştî dubarebûna têkiliyên çend dewletên Erebî û herêmî bi rêjîma Sûriyê re piştî karesata erdheja di 6ê Sibatê de û "lihevhatina" Si'ûdî û Îranê, serdana serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed ji bo Moskoyê di rojên 16 û 17ê Adarê de ji aliyê Rûsiya ve bi serdaneke dewletî hat pêşwazîkirin, bo yekem car ji destpêka şerê Sûriyê ve, piştî ku serdanên wî bo Mosko tinê bê protokol dihatin pêşwazîkirin, û careke din Bişar Esed hewlên Rûsiyayê ji bo hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Receb Erdogan red kir, û di hevpeyvînekê de ligel êzgeha Sputnikê, Serokê Sûriyê li Moskoyê got ku ti wateya hevdîtinê nîne heta ku Tirkiye “dagirkeriya xwe ya neqanûnî” bi dawî neke, û got ku divê Tirkiye dest ji piştgirîkirina terorê berde, û ti hevdîtinê digel Receb Teyib Erdogan re nake, heta ku Tirkiye hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişîne.

Helbet, bidawîhatina dagîrkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst li ser navçeyên Kurdî, dibe destkeftek mezin bo xelkê Kurd li Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê ku li mal û warên xwe vegerin û bibe sedem bo rawestandina pirojeyên Tirkiyê yên guherîna demografîya navçeyên kurdî, lê li aliyek din bihêzbûna rola Îranê di Sûriyê de, ew jî li ser doza Kurdî cihê metirsiyek mezin e, tevî wekî dixuye ku Amerîka heta demekî nediyar li herêma kurdî ya Rojhelatê Firatê dê mîne, û helbet ku Amerîka dê pitir alîkariyê bide navçeyên kurdî yên di bin kontrola HSD de, herwisa dûr nîne ku aliyên kurdî bi serpiştiya wê careke din dest bi gereke nû ya diyalogê bikin, ku ne tinê di navbera ENKS û PYD de be, belkî bi beşdariya hin aliyên kurdî yên din jî bibe, wekî sazî û partiyên derveyî van herdu aliyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1094 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:15:20