Civîna vê dawiyê di roja (29.12.2022)an de, li Moskoyê di navbera wezîrên bervaniya Tirkiyê û Sûriyê û wezîrê parastina Rûsyayê de, bi beşdariya serokên dezgehên hewalgeriya van welatan de, tiştek seyr û xerîb nebû, belkî tiştek normal bû, û berî demekê dirêj ev yek dihat pêşbînîkirin, nemaze li gorî pêşhat û bûyerên îro yên li cîhanê û rojhelata navîn diqewmin.
Min berî niha jî di çend gotarên xwe de balkişand bû li ser civîna Tehranê (18ê Tîrmeha 2022)an ya sê alî di navbera serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, bi dîtina min ev civîna Moskoyê û herwiha civînên berî wê jî yên di navbera van sê welatan diketin di heman çarçoveyê Civîna Tehranê de, tevî ku Îran bi awayekî fêzîkî amadeyî vê civîna Moskoyê nebû, lê bi awayekî siyasî amade bû.
Ev hevalbendiya nû ya di navbera Rûsiya û sê dewletên dagîrkerên Kurdistanê de, ne tinê ji bo Sûriyê ye, yan bi tinê li dijî (Rêveberiya Xweser), ku bi behaneya dijî PKK ew dixwazin guhertina demografîk li tevaya Rojavayê Kurdistanê pêk bînin û herwiha Herêma Kurdistanê jî dorpêç bikin, û li gor hin çavkaniyan ku di civîna Moskoyê behsa mijara PKK nehatiye kirin û bi ti awayî neketiye di rojeva vê civînê de, ku PKK bi xwe bi awayekî aşkere radigehîne ku ew li dijî avakirina dewleteke Kurdî ye û berî çend rojan berdeveka PKK ya bi nav Hêlîn Umîd di bernameyekî taybet ya Medya Haber de ya ser bi PKKê ragehand: ku ‘’Eger PKK neba, Amerîkayê dê herêmek li Rojavayê Kurdistanê wekî Herêma Kurdistanê pêkanîba’’.
Em hemû dizanin ku dewletên dagîrker hatine avakirin li ser dagîrkirina xaka Kurdistanê û miletên xwe li ser dijatiya hebûn û mafên neteweyî yên miletê kurd perwerde kirine, lê metirsiya mezin îro bi tevlîbûna dewleteke zilhêz wekî Rûsyayê di nav vê Hevalbendiyê de, û herwiha zêdeyî wisa jî gelek grûpên radikal û tundrê mîna grûpa Ixwan Muslimîn û Hemas û Hizbulah û heta hin aliyên fermî li Bexdayê bi awayekî ji awayan tevlî vê hevalbendiyê ne, lewra îro ev hevalbendî di dema îro û pêş de dê metirsiyeke cidî li ser tevaya Kurdistanê çêbike, dibe ku ev hevalbendiya nû wisa bilez nehatibe ragihandin, herwisa bi dîtina min ku vegerandina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de yekem pêngav e ji projeyekê hevbeş yê demdirêj di navbera van dewletan de, lê şoreşa cemawerî ya li Rojhelatê Kurdistanê û Îranê metirsiyek mezin li ser plan û projeyên dewletên dagîrker çêkir, ku ev şoreş ji çarçoveyê Îranê derket û ber bi şoreşeke Rojhelata Navînî û Cîhanê diçe, cuda ji hemû şoreş û serhildanên cemawerî yên berê, lewra ku ev hevalbendî bi awayekî pêşwext hate ragihandin.
Îro miletê kurd di şerê man û nemanê de ye, ku li hember rêkeftinên aşkere û nehînî yên dewletên dagîrker, îro wekî xwest û pêdiviyek dîrokê li ser milê hemû partî, saziyên Kurdî yên li Kurdistanê û Diyasporayê kar bikin bo piştgiriya şoreşa Rojhelatê Kurdistanê û Îranê ya bi navê Jîna Emînî, herwiha li Rojavayê Kurdistanê ku îro metirsiyek mezin heye ne tinê li ser PYD yan jî HSD, ku hebûna gelê kurd di metirsiyek cidî de, ku îro wekî xwest û pêdiviyek dîrokî, pêdivî bi tifaqeke kurdî- kurdî li ser binyatê mafên gelê kurd û parastina hebûna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê heye, bo pêşxistin û parastina navçeyên di bin kontrola HSD û Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, pêdiviya bilez bi beşdariya hemû aliyên kurdî û bi taybetî bi beşdariya ENKS û Hêza leşkerên Roj ligel Hêzên HSD heye bo avakirina hêzeke kurdî ya leşkerî yekgirtî bo parstina hebûna gelê Kurd.
Ebdûlazîz Qasim