Ebdûlazîz Qasim: Roj ji Rojhelat derdikeve

Wisa xuyaye, ku îro rêjîma Îranê rastî mezintirîn serheldana cemawerî tê her ji sala 1979’an ve, ku her li ser astê navxweyî û her li ser astê navdewletî ketiye qeyraneke mezin de
20.12.2022, Sal - 14:27
Ebdûlazîz Qasim: Roj ji Rojhelat derdikeve
Nuçe Belav bike

Piştî kuştina keça kurd Jîna Emînî, ya 22 salî, li ser destê polîsên rêjîma Îranê di 16ê Îlonê de, ev nêzîkî çar heyvan heye, grev û xwepêşandanên cemawerî yên girsayî wekî şoreşeke aştiyane li tevaya Îranê û welatên diniyayê li dijî rêjîma Îranê bi berdewamî roj bi roj zêdetir dibin û herwisa nerazîbûna dewletên Rojavayî li hember rêjîma Tehranê zêdetir dibe, nemaze piştî bangewaziyên cemawerî yên ji bo greveke giştî bo heyamê sê roja li seranserî Îranê ji pêncê heta heftê vê mehê bi beşdariyeke cemawerî ya berfireh ji bo piştgiriya xwepêşanderan û şermezarkirina rêjîmê, ku li hember zêdebûna bizava xwenîşanderan li Îranê, piştî bangewaziyên nû yên çalakvanan, yekser Dozgerê rêjîmê betalkirina polîsê exlaqê yê berpirs li hember kuştina Jîna Emînî ragihand, tevî ku çavdêr û çalakvanên li qada xwepêşandanan hişyariyê didin derbarê vê ragihandinê de, ku li ser erdê hêşta polîsê exlaqê nehatiye betalkirin, lê tevî wisa jî çavdêrên siyasî ragihandina dozgerê rêjîmê wekî paşketinek ji rejîmê re dibînin, û vê yekê nikarî rêjîmê rizgar bike û li roja 14'ê vê mehê, Îran ji desteya Jinan ya Neteweyên Yekbûyî hat derxistin ji ber tawan û siyasetên li dijî jinan û keçan.

Hevdem ku Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk got ku Îran rûbirûyê qeyraneke tewaw ya mafên mirovan dibe, ji encama "tundûtûjiya dijwar ya dewletê" li dijî xwepêşanderan di 8 hefteyên borî de, nemaze piştî bidarvekirina du xwepêşanderan "Muhsin Şakarî û Mecîd Riza" li 8 û 12 vê mehê, ku Rêxistina Lêborîna Navnetewî darvekirina Muhsin Şakarî bi "xemgîn" wesif kir, û got piştî "dadgeheke sexte ya pir bêdadî hat bidarvekirin", û dîsa got ku "darvekirina wî hovîtiya sîstema dadwerî ya Îranê aşkere dike, ku bi dehan kesên din rastî heman çarenivîsê tên", Rêxistina navbirî got ku rayedarên Îranî hewl didin ku bi kêmî ve 21 kesan bidarve bikin di wê yekê de ku ew wekî "dadgehkirinên sexte bi mebesta tirsandina xwepêşanderan".

Ji aliyeke din ve, rojane sizayên Rojavayî "Ewropî, Amerîkî, Keneda, Birêtaniya" li ser rêjîmê zêdetir dibin, hevdem ku ti pêşkeftin di dosya navokî ya Îranê de nebûye û gotûbêjên di navbera Îran û welatên Rojavayî de bê ti encamek hatin rawestandin, piştî ku Îranê pêgirî nekir li ser girtina lêkolînên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê piştî dîtina şûwarê uraniyûma dewlemendkirî di 3 kargehên navokî yên nehînî de, ku Dîplomatekî Ewropî ji kanalên El-Erebiye û El-Hedath re got ku "ti pêwîstî nemaye bo danûstandinên Viyenê bi Îranê re, û got danûstandin "bi dawî bûn".

Derbarî destêwerdana Îranê di şerê Ukraiyna de, Serokê CIA William Burns di hevpeyvînekê de di roja Înê 16ê vê mehê de got ku Rûsya alîkariya ji Îranê distîne, ku dê bibe metirsî li ser hevalbendên Amerîka li herêmê, û li gorî tora "NBC" ku Rûsiya piştgirîya leşkerî û teknîkî dide Îranê, beramber çekên ku Tehran dide Moskowê yên li Ukraynayê têne bikaranîn, tevî firokeyên bê firokevan, û gotibû ku Tehran difikire ku mûşekên balîstîk bide Rûsyayê.

Wisa xuyaye, ku îro rêjîma Îranê rastî mezintirîn serheldana cemawerî tê her ji sala 1979’an ve, ku her li ser astê navxweyî û her li ser astê navdewletî ketiye qeyraneke mezin de, ku nikare qeyrana xwe bi aştî ne digel xelkê Îranê û nejî digel welatên Rojavayî çareser bike, lewra ber bi tuneleke reş diçe û li dijî xelkê Îranê serkutkariya xwe zêdetir dike, lewra tevî sepandina sizayan û şermezarkirina tawanên rêjîmê, lê rêxistinên mafên mirovan daxwaz ji Ewropa û Amerîka dikin, ku sizayên zêdetir bisepînin û peywendiyên dîplomatîk yên bi Îranê re biwestînin, balyoz û nûnerên wê ji paytextên Ewropayê û dezgehên navneteweyî derxînin, bang li welatên Ewropî tên kirin, ku bazirganiyê û danûstandinan bi rejîmê re rawestînin, û Pasdarên wê ku piraniya aborî li Îranê û bazirganiya derve kontrol dike, bêxin di nav lîsteya terorê de.

Lê em hemû dizanin, ku demê em behsa Îranê dikin, ku em nikarin behsa bi dehan milîs û gropên çekdar û çete û kirêgirtiyên wê li Îrak, Sûriya û Libnanê nekin, ku bandora Îranê li herêmê ne tinê ji hêza wê derdikeve, belkî di encama şert û mercên ewlehî yên navxweyî û navdewletî û guhertinên Iraq, Lubnan û Sûriye tê re derbas bûn, ku ji aliyê rêjîma Îranê komên çekdar li herêmê bicih dikir, bi îstismarkirina valahiya ewlekarî û îdarî li van welatan, û ji bo avakirina qebarên ewlekarî û aborî ku rasterast bi serkirdeyên payebilind ya bi hêza Pasdaran ve girêdayî.

Lewra her guhertinek li Îranê, dê bandora xwe ya erênî li tevaya Kurdistan û Rojhelata Navîn hebe, û di nav de pirsa kurdî jî, ne tinê li Rojhelatê Kurdistanê herwisa dê bargiraniya li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê sivik bibe, ku dê "Hişda Şe'ebî" lawaz bibe, herwisa heta wê bandora wê hebe li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û dibe ku bi sedema lawaziya rola Îranê û milîsên wê li Sûriyê ku aliyên siyasî yên Kurdên Rojava li ser pirsa xwe ya neteweyî di demeke nêzîk de rêkbikevin.

Ebdûlazîz Qasim

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 901 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:00:36