Metirsî li ser çarenivîsa gelê kurd yê Rojavayê Kurdistanê, her ji demê destpêkirina civînên sê alî yên di navbera Îran, Tirkiyê û Rûsiyê de, ji sala 2017an ve heta niha, roj bi roj zêdetir dibin, bi taybetî ji aliyê Tirkiyê û komên çete û terorîst yên girêdayî opozîsyona Sûriyê, wek me dît ku metirsiyek zêde li ser Rojavayê Kurdistanê peyda bû, yekser piştî civîna sê-alî di navbera Rûsya-Îran-Tirkiyê de, ya bi navê civîna Tehranê di 19ê Tîrmehê de, nemaze piştî nêzîkbûna di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de, ku derbarê vê yekê hewlên praktîkî ji aliyê Rûsiya û Îranê dibin ji bo nûkirina têkiliyên bihêz di navbera Enqere û Şamê de.
Careke din, civîna welatên Rêxistina Hevkariya Şanghayî ya li paytexta Ozbekistanê Semerqendê di 19'ê êlûnê de hatî lidar xistin, bû derfetek ji bo hevdîtinên serokên her sê dewletên navbirî, tevî ku endamtiya Îranê di nav Rêxistina Hevkariya Şanghayî de û herwisa pejirandina endametiya Tirkiyê wekî Hevparê Diyalogê" yan "Çavdêr" metirsiyek mezin netenê li ser Rovavayê Kurdistanê çê dike, belkû pirsa kurdî li tevaya Kurdistanê dixe dibin metirsiyê de, ji ber ku tevî Rûsyayê jî, hin dewletên din yên zilhêz hene wekî Çîn, Hindistan, Qazaxistan, Tajîkistan, Qirqîzistan, Ozbekistan, Pakistan û welatên din hene, û axaftina serokê Rûsyayê bi damezrandina "navendên nû yên bandorê", nîşanek din ya metirsîdar dide xuyakirin, ku îro pêdiviya tevgera siyasî û leşkerî ya kurdî bi xwendinek nû û pêdaçûnek kûr heye, wekî xuyaye ku di rojên pêş de, hevahingî û hevkariya di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê de bi taybetî li ser Sûriyê dê zêdetir û bihêztir bibe, nemaze ku Serokê Rûsiyayê Putîn gelekî pesnê rola Tirkiyê bi ernî nirxand bi taybetî di kirîza Ukraiyna de (wekî axaftina wî).
Tevgera kurdî li Rojavayê kurdistanê pêdivî bi hin gavên lez û girîng heye, di serî de pêdivî bi tifaq û yekrêziya kurdî heye, ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî pêdivî heye bi rakirina sedemên nakokî û cudahiyan û bi taybetî rakirina sedemên koçberiyê, wekî rakirina leşkeriya neçarî, revandina keç û zarokan, peydakirina derfetên kar û xwendinê û serbestberdana girtiyên siyasî û rakirina biryarên şaş yên hatine spandin bi awayekî bêserûber li ser civaka kurdî ...hd.
Derbarê vê yekê hewce heye em amaje bi pêvajoya yekgirtinê ya Partiya Demokrata Kurdistan- Îranê bikin, ku ev yekgirtinê di vê qonaxa histyar de, bi hesetek mezin ji berpirsyaretiya dîrokî û neteweyî tê nirxandin, ji ber ku pêdiviya bihêzkirina rola tevgera Kurdî ya rizgarîxwaz û misogerkirina mafên gelê kurd bi gavên wisa li Rojavayê kurdistanê heye, tevî ku heta niha ti îradeyek rasteqîn li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî nîne, bêhtir ku roj bi roj "Dikanên Hizbî" li Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin ku hejmara wan gehiştiye nêzîkî 80 partiyên perjewendîxwaz yên bûne bela, piştî û bar li ser milê miletê kurd û doza wê ya neteweyî.
Hêjayê gotinê ye ku tevgera kurdî li Sûriyê, ti rengê serweriyekê yan biryarek serbixwe bidest nemaye, û zêdebarî zalbûna hin kesên bêşiyan, berjewendîxwaz û gendalkar zêdetir ji deh salan ve li ser doseyên girîng û hestyar yên girêdayî pirsa Kurdî, ku li gorî berjewendiyên xwe yên kesane bi çarenivîsa kurdên Rojava dilehîzin bêyî hîç hestek yan jî berpirsyartiyek neteweyî.
Ebdûlazîz Qasim