Nurî Erpolat: Zıman çı ye?

Erdhejeka gelek bêrehm, wêranker û berbelav hate serê gelê me. Bîlanço gelek giran e.Ez ji mirîyan re ji Yezdanê Mezin dilovanî û mehrebanî, ji birîndaran re saxîyeke bilez û ji kes û karên tevan re ragirî dixwazim.Ez zanim ku gelê me yê fedakar di alîkarîyê de çi dest bê texsîr nake. Ev rojên reş û dilşewat helbet dê bibûhirin.
13.02.2023, Pts - 08:00
Nurî Erpolat: Zıman çı ye?
Nuçe Belav bike

Ziman çima girîng e. Em çima dipeyivin? Ziman û hevragihandina hiziran çawa perisîn? Çima mirov hewceyî axaftinê ne? Ma pêkan e ku mirov bê axaftin bijîn?

Mirov, di xwezaya hov de ji hêla bedenî ve ji ajalên din qelstir e; pençeyên xurt, strûhên tûj û diranên mezin yên tûj û qewîn yên mirovê takekes nînin da ku weka ajalên din nêçîr bike, yan jî da ku ji alîyê ajalên din ve neyê nêçîrkirin û xwarin yan jî da ku di erdhejan û afatên xwezayî de mihû nebin. Ji ber vê yekê divîya bû ku mirov amûran bi kar bînin û bi hev re hevkarîyê bikin, da ku bijîn û nifşên xwe berdewam bikin. Di dîroka îroyîn de heyamên dîrokî li gorî amûrên ku mirov bi kar anîne hatine binavkirin. Tê zanîn ku di heyama berî çandinîyê de jin bi erzaq û xwedîkirina zarokan re, mêr jî bi nêçîrvanîyê re mijûl dibûn. Çima ku mirov aferîdeyên civakî ne, ji bo bijîn hewceyî hev in. Mirov di demajoya dîrokê de zanîyarîyên ku bi dest xistin veguhastin ji bo nifşên din, encex bi vî awayî karîbûne berdewamîya celebê xwe misoger bikin. Helbet ev yek bi zimanekî sembolîk pêkan bû.

Çima tenê mirov diaxivin?

“Aferîde yan jî celebên din jî bi hev re hevkarîyê dikin, lê weka mirovan çima ne xwedî zimanekî sembolîk in?\", hûn dê bipirsin. Erê, ji bilî mirovan, aferîdeyên din yên ku bi hev re hevkarîyê dikin jî hene li cîhanê. Weke mînak; mîro, xwarinên ku peyda dikin bi hev re diguhêzin hêlinên xwe, mêşên hingiv li gorî cureyên xwe di kewarên xwe de xwedîerkên cûda ne, çûk bi wîtewîtkirinê hevtêdigihin. Heman weka mirovan ev aferîde jî hewce ne ku bi hev re têkilî daynin, lê ew bi awayên xwe vê yeke dikin. Zimanekî wan î sembolîk wek zimanê mirov nîne. Sebeba vê yekê jî ew e ku mirov li gorî van aferîdeyan xwedanavahîyên civakî û têkilîyên mirovî yên mezintir û tevlihevtir in. Ji lewma pêdivîya mirov bi pergaleka aloztir û mezintir hebû da ku hizrên xwe bi hev bidin ragihandin.

Ziman çawa bi pêş ketîye?

Ji bilî mirovan têkilî û tevgerên aferîdeyên din dibe ku weka cûreyek ji Berteka Bimerc e. (Conditional Reflex, Pavlov) Di lêkolîneka li Zanîngeha Netewî ya Awûstralyayê de, zindînasan (bîyolog) cureyekî çivîkekê bi cûreyek dengên dîyarkirî dan guhdarîkirin û wan 2 rojan hînî wan dengan kirin, û di heman demê de, wan modeleka planorê ya eyloyekî dirrinde li ser serê çivîkan firandin. Çivîkên ku dengê hînbûyî bi eyloyê dirinde dizanîn, piştî 8 ceribandinan bêyî ku planora eyloyê bi ser serê wan de bê firandin bi bihîstina denge hînkirî fêrî revê bûn. Dema ku zindînasan dengekî bîyanî lêdixist nedirevîyan. Lê heke planora eyloyê bi dengê hînbûyî demek dirêj neyê bikaranîn demek bi şûn de karîgerîya dengên hînbûyî hin bi hin ditefe û çivîk bi bihîstina dengên hînbûyî êdî narevin. Ev lêkolîn nîşanî me dide ku ji bilî mirovan, danûstandin û hevtêgihiştinên giyanewerên din sadetir û besîttir in. Mirov, ji bilî zimanên sembolîk van refleksên hînbûyî jî di bîranîna tiştan, reklaman û şerê derûnî de bi kar tînin. Ev mijareka dî ye.

Ziman çawa perisîye (evolution)?

Di zanistê de derbarê pêşketina ziman de du hizrên cuda hene. Li gor hizra yekem, ku ji hêla Stephen Pinker û Paul Bloom ve hatîye gotin û ji alîyê zanîyaran ve bi berfirahî hatîye pejirandin, ziman lêanîneka perisînî ye (evolution adaptation). Ev hizira ku li jor me piçek bahsa wê kir, dibêje ku her çend şert û mercên hawirdorê tevlîhevtir bûne, ew çend veguhestina agahîyan zehmettir bûye û ji ber vê yekê divîyabû mirov ferhengeka zimanekî sembolîk biafirandana.

Gava ku mirov derbarê ka çawa jîyanek çêtir bimeşînin de zanîyarîyên nû fêrdibûn, ew neçar dibûn ku bêhtir sembol û nimandinan bi kar bînin û peyvên nû li ferhenga heyî zêdebikin da ku wan zanîyarîyan bigihînin nifşên piştî xwe. Bi vî awayî zimanê ku mirovên berê bi kar dianîn, weke darekê mezin bû û bi demê re şax da, gihîşte rewşa xwe ya îroyîn. Mirovan ji dengên ku dibihîstin (tirr, fiss, gurrîn), ji teşeyên heyînan (sersindoq, enîdoq,) û hestên xwe peyiv çêkirine û li ferhenga xwe ya heyî zêde kirine. Mirovên berê bawer dikirin ku tiştên li hawîrdorê yên ne-giyanewer jî giyanewer in û bi zayênd in. Weke mînak di kurmancî de gola avê mê, çem jî nêr e; tepsik û îskan mê ne, çatal, kêr û kefçî nêr in. Zayênda mecazî ya ku di zimanên hind-ewrupî û hin zimanên din de heye ji wan heyamên pirr kevn hatîye heya îro. Lê di hin zimanan de, weke fransî û almanî, ev taybetîya zayendî ji manayeya cinsî derketîye û bêrêzik bûye.

Nêrîna dî dibêje ku ziman bi rastî weka berhemeka duyemîn ya perisînê derketîye holê, ne ku wekî lêanîna pêvajoyên din yên perisînê. Ango, heke bi bikaranîna amûran mêjîyê mirov negihanda, hingî mirov jî dê di pileya besît û sade ya ajalên din de bimana û nedikarîn zimanekî sembolik biafirandana; weka çawa çivîk li dijî sermaye pûrt derxistine û di encamê de ev pûrt weka berhemeka duyemîn bi hilbijartineka xwezayî ji van pûrtan per derxistine da ku bifirin.

Mînak, çûkan ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin bi hilbijartineka xwezayî per deranîne û karîne bi van peran bifirin. Mirovan jî ji bo ku xwe bi mercên dijwar re li hev bînin amûr çêkirine û ev bikaranîna amûran bi demê re bûye sedema pêşketina mêjîyê wan, ku ev jî ji zimanek sembolîk re rê vekirîye, û bi vî rengî wan ev taybetmendîya ku encama geşbûna mêjî ye bi hilbijartineka xwezayî ji bo bihevguhestina hizran û zanîyarîyan bi kar anîne.

Gava ku em dêhnê xwe didin pêvajoya perisînê ya mirovê îro, em dikarin bibînin ku mêjî her ku diçe mezin dibe û tora şaneyên mêjî aloztir û berfirahtir dibe. Piştî Homo Habîlîs, ku wekî bav û kalên me yên ku cara yekem yên ku amûr bi kar anîne têne zanîn, deverên Broca û Wernicke, ku deverên axaftinê yên mêjîyê me ne, geşbûne, ku ev geşedan ji bo vê nêrînê weka delîl têne nîşandan.

Fêrbûna zimanekî nû çi kartêkerîyê li ser mêjî dike?

Gelo çi fêda fêrbûna zimanekî nû li mêjîyê me heye? Li gor zanîyaran, gava ku em di navbera çend zimanan de diçin û tên, li devera korteksa prefrontal ya mêjîyê me livbarîyeka cihêreng dest pê dike û mêjîyê me her ku diçe karîgertir û bi hunertir dibe. Hêjayî gotinê ye ku her kurdek, ji neçarî yan bi dilxwazî be, herî kêm bi du-sê zimanan dizane. Di heman demê de ziman di pêşketina demajoyên hizrî yên weka pêşbînîkirina bûyeran, sazkirina têkilîyên sebeb-encamê, rêxistinkirina bîranînan û plansazkirina tevgerê de amûreke pirr girîng e. Wekî encamek, her çend mêjîyê me digihe, jêhatîya zimanê me ew çend baştir dibe.

Nabe ku her du teorîyên navborî bi hev re nakok bin. Berevajî vê, ew bi awayên cûrbecûr hevûdu temam dikin, ji ber ku hawîrdor, DNA û genetîk jî kartêkerîyê li zimên dikin. Ya rast, yek bersivek ji pirsa “Em çima diaxifin?” re nîne. Ji ber vê yekê, divê zanîyar bi hiş û bîreka berfirehtir û kurtir li vê mijarê vekolin.

***

Rexneyek derbarê alfabeya Yekgirtû (KUAL) de.

1) Di alfabeya Yekgirtû de tîpên \"jh\" û \"j\" ji alîyê pirrbûna (frekans) bikaranînê ve bi pirsgirêk in û ne bikarbar in. Di 1759 rûpelan de herfa \"jh\" ji herfa \"j\" sedi 40 zêdetir e. Yanî ev tê wê maneyê ku tîpa \"h\" ya di tîpa (diftong) \"jh\"yê de di dema nivîsandinê de dibe barekî giran û zêde û nivîsandinê hêdî dike. Wek hûn jî dizanin hejmara (frekans) bikaranîna tîpa \"jh\"ya di Yekgirtû de ango “j”ya di alfabeya Hawarê de heman weka tîpa \"é\" (ê) di nivîsa kurdî de pirr zêdeye.

2) Di nivîsîna bi alfabeya Yekgirtû de Herfa \"í\" û herfa \"i\" tevlihev û şêlo dibin û herfa \"í\"yê zêde balê nakişîne. Lê berevajî vê “î”ya alfabeya Hawarê belloqtir e.

1) I noticed that the letters \"jh\" and \"j\" in Yekgirtu alphabet are problematic in terms of frequency of use. So in 1759 pages, the letter \"jh\" is percentage 40 more than the letter \"j\". So this means that the letter \"h\" in the letter \"jh\" becomes an extra load during typing and slows down typing. As you know, the letter \"jh\" is used frequently just like the letter \"é\" in kurdish alphabet.

2-Unfortunately, the letter \"í\" and the letter \"i\" are confused. The letter \"í\" in the text should attract more attention. However, the letter \"î\" in the Hawar alphabet attracts more attention.

Û de ka ji kerema xwe hin rexneyên din ku di tora medyayî de ez rastî wan hatim bixwînin:

“Yekgirtu alphabet is distorted and completely wrong, these cause more missleading, someone has changed it without any rational justificaiton. The original table should be restored.”

“I propose a removal of the \"Yekgirtú\" alphabet from the article and the comparison. No books use it, almost no internet sources use it. Babbles about unification but instead attempts on adding another alphabet to the language, website hasn\'t been touched since 2008-2010 (dates are 2018 because of re-upload), and it\'s hacked, they didn\'t use it themselves, it isn\'t taught anywhere.”

Ez gihîştim wê bawerîyê ku divê Elfabeya Yekgirtû bi tevahî ji holê bê rakirin. Min dest ji alfabeya Yekgirtû berdaye û nivîsînên xwe bi alfabeya C. Bedîrxan anku bi alfabeya Hawarê dinivîsim.

Danerê vê alfabeye rêzdar Roşenî, ku bi xwe ne zimannas e lê endezyarê e, bi xwe jî dibêje ku alfabeya Celadet Bedirxan baş şol dike. Madem wisa ye çima alfabeya Yekgirtû li alfabeyên din zêde kir? Madem wî di alfabeya xwe de “ş” kirîye “sh”, çima “ç” nekir “ch”.

Mixabin alfabeya Yekgitû min xeyalşikestî kir. Ev alfabe ji me re nabe û ne hewce ye jî. Celadet Bedirxan çi gotibû: “Kurdino, ev alfabeya Hawarê ji bo we, ya baştirîn e. Hûn herin ku derê herin, lê dawîya dawîyê hûn dê li min vegerin!”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 848 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:42:34