Jenosîda Helebçeyê bi tune hesibandina ziman, milet û welatê me ; bi tune hesibandina îradeya gelê Kurdistanê, bi rêlêgirtina azadîya gelê me berdewam e.
31 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helebçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.
Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirohîyê jî şehîd ketibû.
Ev ne bes qirêjîya Seddam Huseyin ê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li ênîya mirovahîyê jî.
Di dema jenosîda Helebçeyê de mixabin hemû dewletên herêmê û yên cihana Erebî , Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.
Piştî 31 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam , kuştin, neheqî û wêranîyan dibe. Belê, Jenosîda Helebçeyê îro jî bi binpê kirin û tune hesibandina îradeya gelê Kurdistanê berdewam e.
Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li tu derê statuyeke sîyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî , hevkarîya xwe didomînin.
Dewletên mezin yên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî gelek caran çavên xwe ji êrîş û planên van her çar dewletan digirin.
Û nuha jî wîcdanê mirovahîyê li her bihusteka axa Kurdistanê şehîd dikeve. Nuha jî şerm û lekeyên mezin gelek caran li ênîya mirovahîyê dikeve.
Lê doza azadîya Kurdistanê berdewam e. Ne jenosîd û qetlîamên Helebçe û Enfalan, ne jî yên ku berîya wan û piştî wan lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.
Dermanê kewandina birînan jî, dermanê geş kirina doza azadîya Kurdistanê jî, tifaqeke li ser esasê hişmendî, sîyaset û bîr û bawerîyeke netewî û niştimanî ye. Emê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê jî bi tifaq û hişmendîya netewî bipêçin û emê miheqeq bi serkevin.
Em di 31yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê careke din rûreş dikin.