Suleiman Sulevanî: Êzdî, Kurdbûn û Netewe

Xapandina mirovan ji qanihkirina wan ku ew hatine xapandin hêsantir e (Mark Twain1 1835-1910)
10.09.2024, Sal - 12:09
Suleiman Sulevanî: Êzdî, Kurdbûn û Netewe
Nuçe Belav bike

Ya rastî min nedixwest ser mijara ÊZDIYAN binvêsim jiber gelek egeran bi taybetî hestiyarbûna babetê û bi hêsanî şaş fêmkirina mebestan, lê carnan bersiv dibe erg û xwe nêzik kirina mijarê dibe pêdivî.

Berî ez bikevim mijarê dixwazim bêjim ku ez piştgirê civat û sistemeke kurdî ya sekular im û bi hemû awayî digel Êzdiyan û mafên wan im. Kurdayetî ne bi hindikbûn û zêdebûna endaman grup û olan e belku bi rastiya gotin û karê wan endaman e. Ez ê li jêr hine dîtin û têgehiştinan bînim ziman bêyî ku îddiaya rastiya wan bikim, ew tenê hewleke jibo têgehiştin û dialogek vekirî ser mijarê.

Najijîya li Başûr piştî gotininên birêz Qasim Şeşo, hêreşa mela û radikalên Kurdistanê ser kesayetiya Şeşo û Êzdiyan bi giştî û bi zimanekê dijwar û kirêt, zengilekê metirsîdar bû lê diyare xweşbextane ew agir bi xêra niştimanperwerên Kurdistanî kiz û vemirî.

Gotubêj û devjeniyeke yekcar agresîv û bêtam heye ser sosyalmedya, ew mirov bêzar dike, mixabin ev demeke dirêj e ew zimandirêjî û şereçêra ji rê derketî, ji aliyê hine endamên civata kurdî, tê meşandin vêce çi êzdî çi misilman.

Heyf hine partiyên kurdî dibin arîkarê cudabûnê û rewşê xirabtir dikin, wê direkt/indirekt ber rêyeke aloztir dibin. Mazlum Abdi di twîtekê de ser platforma X dinivêse:” Weke ku hêzên me beriya 10 salan bi hawara gelê Êzîdî ve çûn û di oxira parastina Şengalê û vekirina korîdora Jiyanê de bi sedan şehîd dan, em îro jî amade ne ji bo parastina gelê Êzîdxanê û nirxên Êzdayetiyê piştvaniya pêwîst bidin”.2 

Ev bûyerên dawî li Başûr bû derfeteke baş jibo xêrnexwaz û dijminên kurdan da wê pirsê biqozin, badin û wan herdu alîyên olî êzdî/misilman dij hev sorbikirin û wan berdin hev bi taybetî ser sosyalmedya, ev hêrişa agresîv û dualî/navxwey ji qalibê rêz û dialogê derket û bûye gefek ser civata kurdî û pêkvejiyanê, û loma ew bûye mijareke kurdî, netewî û giştî ku her kurdekê peywendidar dike.

Peyva "netewe" tê wateya komek mirovên ku taybetmendiyên çandî, dîrokî, zimanî, etnîkî hene û di wan taybetmendiyan hevpar in. Netewe bi gelemperî bi hestekê hevpar yê nasname û bêkvejiyanê tê pênase kirin, û endamên wî pir caran di derheqê dîrok, çand û paşeroja xwe de xwedî têgihiştinek hevpar in.

Ol ne stûneke netewebûnê ye, lê dikare arîkariya hestê netewî bike. Di netewekê de dibe çend olên cuda hebin, helbet her dem mirov dikare ola xwe biguhere lê nikare netewa xwe biguhere.

Prof. dr Îlhan Kizilhan di nivêsîneke xwe de dibêje: “kî dixwaze çi bêje azad e, lê mafê tu kesî jî tine bi kotek nasnameyekê bide kesan û koman”3. Erê, her kes dikare xwe ne kurd bibîne lê kes nikare êzdiyan weke kom ne kurd bibîne û wan ji kurdbûnê derxe û nasnameyeke nû bide wan, ev rastiyeke ku her kesekê alfabeya jiyan û lojîkê bizane ew ê vê rastiyê baş bibîne.

Ez dikarim bêjim” Ez Silêvanî me, ez ne Kurd im” tam mîna “Ez Êzdî me, ez ne Kurd im”. Li vir rastiyek/ne rastiyek heye. Ez weke kes dikarim xwe tenê Silêvanî bibînim ku rastiyeke haşa lênayê kirin û bixwazim jî nikarim biguhurim, erê weke take kes ez dikarim xwe ne kurd jî bibînim lê ne mafê min e ez bêjim Silêvanî ne kurd in. Tam mîna êzdiyên dibêjin ”Ez Êzdî me, ez ne Kurd im”, êzdîbûn rastiyeke belî û berçav e lê ne kurdbûn dereweke mezin e. Erê, her KES azad e xwe çi bibîne, ne kurdbûn jî têde, ew mafekê takekesî ye lê mafê ti kesî nîne êzdiyan weke KOM ne kurd bibîne. Êzdî kurd in û kurmanc in, wan ziman, kultur, nerx, kevneşopî, kelepûr, muzîk, wêje û her tiştê kurdan ji dîroka kevnare parastiye, pêşvebiriye û gehandiye rojên îro.

Dr Soran Hemereş di hevpeyvînekê de behsa Şingalê dike û dibêje: ”Somerî 5000 sal berê behsa cudabûna ziman dikin, Ligor lêkolînên cihanî behsa Şûbor tê kirin ku li Tewratê bûye Şinnar û paş bûye Şingal”. 4

Mirov nikare bi dîroka kurdan, hebûn û pêşeroja wan bilîze. Rast e, ne kurdbûn mafê take kesî ye lê ne mafê ti kesî ye dijminatiya kurdan bike, derewan bike û zimandirêjiyê li wan bike, çêran li wan û pîroziyên wan bike, hevaltiya dijminên kurdan bike û li berjewendiyên kurdan bixe ku di pêşî de ew li xwe, berjewendiyên xwe û malabata xwe; dide.

Erê rast e, êzdiyan di demên borî de gelek zilm û xirabî ji kurdên misilman dîtiye, nuha jî ew tov û rengê kurdên misilman hene ku dij êzdiyan derdikevin. Melayên misilman û hine akadimisyenên îxwancî yên tundrû û radikal aşkere dijatiya xwe ji ser menberên mizgeftan û TV: yan nîşan didin lê ew nûnertiya kurdan û kurdên misilman nakin. Erê heyf desalat, partî û elîta kurd bertekeke tund, dijwar û bê kompromis nîşan nadin û wan mela û akademisyenan protesto û şermizar nakin, desalat wan nadin dadgehê, hukim nakin û naşînin zindanan da ew bibin ders ji kesên mîna xwe re.

Lê rastiyeke din jî heye, rastiya taze, berçav, kurdewarî û tije berpirsiyarî û netewî. Di vê rastiya taze de ti caran ewqas tolerans, têgehiştin û hezkirina kurdan jibo xwişk û birayên xwe yên kurd û bi ol ne misilman weke cuhu, kristiyan û bi taybetî ÊZDÎ; nebûye. Ti caran kurdan dilnizmî û nêzikbûneke ewqas xurt ji êzdiyan nîşan nedaye weke îro, ti caran kurdan ewqas ji oldarên hişk û radikalên îslamî xwe dûr nekiriye û ew bi tundî rexne û şermizar nekiriye, ti caran ewqas kurdan sempatiya xwe jibo wan nîşan nedaye weke îro.

Gelek kurdên welatparêz, nasyonalist, niştimanperwer, ateist û bêdîn dixwazin vegerin û bibin êzdî, ne jiber ku baweriya wan bi olan heye lê tenê jiber ku Êzdîyatî oleke kurdî ye, bi zimanê kurdî ye û ew wilo xwe netewîtir û kurdtir dibînin.

Mixabin hine misilman û êzdiyên nezan, berjewendîperest û sade dikevin xefikên dijminên kurdan. Xirabiya wan kesan li aliyekê, lê ya ji wê xirabtir nuha hine nivêskar û rewşenbîr jî dikevin wê xefikê. Ev ne cara pêşî ye dagirker û dijminên kurdan plan û telan vedidin da kurdan jihev cuda bikin, jixwe dijmin her gava dibîne ku kurd nêzikê armancên xwe dibin, ew siyaseta ”CUDA BIKE Û BIRÊVE BIBE/divide and rule” gurtir û germtir dike, da kurd negehin armancên xwe.  

Erê, dijminên kurdan yên dijwar û metirsîdar kurd bixwe ne, ew kesên xapandî û dikevin xefika dijminan, zerera wan pir zêde û dijwar e. Dagirker û nehezên kurdan ev kirîye û hêjî dikin digel Zazayan, Hewremanan, Şebekan, Feyliyan biserneketine û vê carî jî wê bisernekevin.

Ser mijara netewbûnê gotinên birêz Temûrê Xelîl pir rast û watedar in. Ew di hevpeyvînekê de dibêje:

Ger kurd wan salan û nuha jî PÊŞÎ bigotana

Welatê min

Miletê min

Zimanê min

Û dure bigotana DÎNÊ min, wê her tişt baş bûya!

Gotinên Temûrê Xelîl zêrîn in jibo her kurdekê netewî, ger em wan gotinan bikin prinsib û bêxin praktikê, kurd wê zû bigehin armanc û KURDISTANA xwe.

Mafê gelê Kurd yê yekem gerek ew be ku bibe xwedî welatekî serbixwe, ew bibe xwediyê Kurdistana xwe ya serbixwe. Welatekê serbixwe maf e, ne xewnek e. Xewn û derewa mezin ew e ku mirov di xeyal û fantaziya wê de bijî, û bawer bike ku mafê kurdan tenê bikarînîna ziman, çand, ol, birêvebirina îdarî û siyasî li welatekê ku welatê te, Kurdistana te dagir kiriye û mafên te tine kiriye, sinûrdar kiriye.

Bi hêviya Kurdistaneke azad û serbixwe ku têde hemû Kurdistanî weke hev xwedî erg û maf bin bê avantaja kesekê, grupekê yan olekê ser oleke din hebe!

 

  1. Nivêskarê Amrîkî Mark Twain,” It’s easier to fool people than to convince them that they have been fooled”.
  2. Mazulm Abdi di 3/8 augusti 2024 de di 10 saliya Şingalê de nivêsiye.
  3. Prof. Dr Îlhan Kizilhan: Êzdî bi kuderê ve diçin? Di vê nivêsînê de gelek xalên balkêş hene, gelek rastî û xalên mirov dikare ser wan rawiste, bêxe jêr pisyar, veke û gotubêj bike

https://nupel.tv/prof-dr-dr-ilhan-kizilhan-ezidi-bi-kudere-ve-dicin/

  1. Programa zindî ”Legel Renc”, Rûdaw TV. https://www.youtube.com/watch?v=fQnmLvIzC_w&t=2731s&ab_channel=RudawStream

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:33