Ahmet Önal: Bizava Kurd û Berxwedana 1925'î

“Ez gîhîştim dawîya jîyana xwe ya dunyayê . Poşman nîn im ku min xwe kir qurban ji bo netewe ya xwe. Bes bila nevîyên me, li hember dujmin, me şermîn nekin!” (Şêx Saidê Kal, dema ku berdarî dibe, pirsa wî ya herî dawî..)
02.07.2019, Sal - 09:44
Ahmet Önal: Bizava Kurd û Berxwedana 1925'î
Nuçe Belav bike

Berî ku em nekevin nava bûyera 1925’î divê çendin mijaran zelel bikin. Dema ku zelal nebe mijare ji serî ve teng û çewt tê fêm kirin û zelalkirina mijarê ji safî nabe..

Di mijara bizavên kurdî de du nêrînên sereke hene;

Nêrîna serdest ya idolojîya fermî anku ideolojîya resmî. Ev nêrîna bi esasî ya pozitifist e ku bûyeran ji hev cûda dike û miniminalîze dike. Gor dilê xwe pênase dike. Nêrîna din jî ya metoda diroka zanistî ye ku bûyeran bi hev re girê dide û bi sebeb, destpêk û hatina dawîyê analiz dike û vê analîz û diroka jîyayî ji bo paşerojê çawa biherike diyarde dike.

Misal di sala 1990’î de Silêman Demirel digot; “Heta nûha 28 serhildanên Kurd rû dane û îro jî ya 29’an pêkan e! 28 çawa bûn ya 29’an jî dê weha bibe! Ev nêrînek pozitivist ya dewletê ye!

Mixabin gelek beşên giran ya Kurd jî vê pênaseya çewt, rast qebul dike, heta serîhildana 1984’an şûnvetir, “dewletê meşruiyeta serhildana 29 qebul kir” dan hesibandin.. Li vira teza dewletê kir asoya xwe. Ev ji nêrîna pozitivist peyda ye. Da ku diroka zanistî ne, diroka gor dilê xwe esas digre, ev nêrîna pozîtivist e.

Dema ku divê em bizava 1925’an bi sererastî tahlîl bikin, divê sebebên bûyerê bi berfirehî bînîn ber çavan û ji wana dersan û kretan derbixinin ku bi zanîstî tekoşîna xwe ji çewtîyan safî û berz bikin...

Serhildana Kurd ya 1925’an ne tenê serhildana kesekî fena Şêx Said e. Ev berxwedana neteweya kurd e û bingehîna wê jî ji hesreta rizgarîkirina Kurd ya ji dîrokê pêkan e.

Berxwedan û serheldanên Kurd yeko yek ji hev qutkirî nîn in.. Ev serîhildanan her çiqas gor dema xwe taybetîyên xwe yên cûda hebin jî, di dîrokê de fena xelekên bi hev ve çawa zincirekî pêk tînîn bi wî avayî yek û yek bi hev re girêdayî ne!

Gothe dibêje “Ev kes û civakên ku hesabên xwe yên dîrokî yê sê hezar salên rabirdû nekin, ev dê jiyana xwe ya dîrokî ne, ya rojane bijîn!”

Disa pirsekî Biritanîyan ya ji mêj ve heye ku dibêje; “Ev kesên ku ji bo paşeroja xwe, xwedî proje nebîn, ji bona yên ku xwedî projene ji wan re dê dibîn xerc!”

Li vira pirsekî dî ya Profesorekî Maltayî, Edward Bonî heye ku dibêje; “Ev kesên ku her binêrin dîrokê, nema bikarıbin ku pêşîya xwe bibînin!”

Bi dîtina min ev hersê pirs jî gor dem û cîhê xwe rast in… Divê em diroka xwe ya kevn û nêzik bizanîn, ji bo paşeroja xwe bibin xwedî plan û proje. Dirok û proje jî ji bona paşeroja me giring e!

Em dizanin ku serdest bo ku serdestîya xwe berdewam bikin, her dirokê diqulipîn in, manuple dikin! Daku di nirxên netewebûnê de hinek xalê sereke pir mûhim in.

1-Ziman,

2-Ax an sînorên welat û parastin

Pêzanîna çand û dirokê ya jî mêj ve,

4- Hestên xwe yên rêveberî û idarekirina xwe bi xwe!

Ji wan yek kêm be, nirxên netewebûyîn, azadî û tekoşîna serxwebûnê anku felatê lawaz dimîne û dikeve.

Bi gor van nîrxan, divê em daku werin ser mijara berxwedana sala 1925’an, di dîrokê de, çendin mijaran bizanîn.

Siyaseta Selçûqiyan, Osmanî û Tirkan li gel an dijî Kurda çi dewir derbas kirine. Têkilîya Kurd û Farisan çawa ji hev qut bû û çawa heta îro meşîya ye. Têkîlîya İmparatorîya Rom û Emaretên Kurd çawa derbasî bûye. Tekîliya Ereb, Aryan, İslam û Mecusîyan çawa bû, Diroka Kurd bi çi avayî devrî îro bû. Mudaxaleya Emperyalên Ewropî, Siyaseta Qeyser û dema Sovyetê dijî Kurda bi çi avayî rû da? Divê ev mijareyan hemû werin ber çavên me!

Paş dîtina van mijareyan, divê di wan têkilîyan de bi taybetî rewşa Kurda berbi çav bibe, ku çima Kurd bindeset ketine, azad nîn in û nebûne dewlet!

Paşê ji dîrok û çanda kurd, belge û nivîsinên Kurd, Emaret û dinamikên Kurd, divê bete zanîn…

Bi kurtasî ku em agahîyî diroka kewin û nêzik nebîn, em nikarin dîroka dema nû jî baştirin têbigehên û p3şîya xwe bibîbînin!

Em ku peymana Îdrîs-î Bitlisi û ji 23 Emaretên Kurd re ku li Amasyayê di sala 1514’yî de pêk anî bû, nezanin,

Em ku Siyaseta Osmanîyan ya İslamî û Sunni nezanîn,

Em ku Siyaseta Abdulhamîdê II.’emin û sazkirina Alayên Hemîdî nezanîn,

Em nikarin nakokîyên di navbera Kurdên Mecusi û İslamî de rû dane de bibersivînin!

Dema ku em Kurda, ji alîyê diroka ciwatî ve ku nezanibin, Emaret, eşir û kesatîya taybetî ya kurda ku nezanibin, nikarin nakokîyên di navbera Kurdan de ku rû dane bibînin, agahî bibin.

Dema ku em ciwata Kurda ya klan û kabile nebînin û gor wê têkildarî ciwata xwe ku nebin, em nikarin bersiva strana Kawis Axa ya ku li ser, bi dest ketina Şêx Mahmudê berzenci straye her di nakarata xwe de dibêje “Kurd Xayînin” ku dil hatîye girtin bibersivîn in!

Dema ku em paş rewşa têkbirina Emaretên Kurd Ya Baban, Soran, Botan, Heqarî, Miks nebînin, paşê jî saziya Alayên Hemîdi û taybetîyên wan ku nebînin, nikarin bizava 1925an baş tahlil bikin.

Em heya diroka İttihat û Terakî ku nasnekin, berxwedana Kurd ya ji salên 1919 şûnvetir ve jî nikarin analiz bikin..

Dema ku em Peymana Kasr-î Şêrîn(1639), Gülistan û Tirkmençay(1825), Sykes – Picat(16.05.1916), Peymana Sewr(1920), Damezrandina dewleta Sovyetê û bi taybeti Civina Sazumana Gelên Rohilat ya li Baku(İlona-1920) ku nebînin, nikarin sistema dijeyatîya Kurd ya navneteweyî bibînin û biryarên ku li Lozanê ku bi navê “Ji bo Çareserkirina Pirsgirekên Rojhilata Nêzik Peymana Lozanê” hatiye pêkanîn, nikarin tahlil bikin!

Û dema ku em wê diroka dijî Kurd ya navneteweyî ku tînin ber çavên xwe, pirsekî girseyî di serê me de çê dibe!

Berxwedanên Kurda yên berê li alîyekî, ji dema Berxwedana Emareta Baban ya di Pêşewanîya Abdurrahmanê Baban di sala 1806’an, ku Şêx Rıza talabanî di helbestekî xwe de diyarde dike;

“Li bîrim tê Silêmanî, Darul milkê Baban bû,

Ne Suxrekêşê Ali Osmanî, Ne Koleyê Ecem bû” dibêje. Ku siyasetek serbixwe dimeşine. Lê têk diçeye nabînin.!

Paş wê jî Emaretên Soran, Botan û yên ku ji wan piçûktirin yên din jî bi wî avayî têk çûne jî nabînin!.

Paş Têkçûna berxwedanên Emaretan ve Carê jî Şêx Ubeydullah Nehrî li dijî Imparatorîya Îran û Osmanî di sala 1878-1880’yi de serî hildi de. Lê ev jî têk diçe.

Abdul-Hamidê II.em, paş têkbirina bizava Kurd ya 1878-1880’yî ji Kurda Alayên Hamidî pêk tîne. Alayên Hamidî hevceyî lêkolînê ne, Daku li ser Alayên Hemîdî dijî Kurda supekulasyonên girseyî têne kirin.

Armanca Abdul-Hamidi ku Alayên Hamidi li ser navê xwe di sala 1882-1986’an de damezrandî bû; Sê Armancên Hamidi, ji bo van Alaayên xwe yên serekî hebû:

Da ku Alayên Hamidî, li Bakurê Kurdistanê û ji eşîrên bakurê vi parçeyî, ji eşirên Sunne û berê ku dijî dewleta Osmanî sicilên xwe “paqij in” ve hatîbû damezrandin!

Diji imparatorya Qeyseri hêza kurd bi kar bine, Dijî gayrî Müsliman bi kar bine, Potansîyela Kurda di bin destê xwe de kontrol bike û heta dijî berxwedan û serhildanên Kurda ku bi ihtimale ku derkevîn û ji nav kurda rû bide, van alayan bi dijî kurda kar bîne û Kurda bi destê Kurda bifetisine! Di dawîya salên rabirdu de ku İttihat û Terakî bervî salên 1908’î ku darbeya Selanîkê pêk anî, Ji nav alayên Hemîdî, Sê gurup peyda bûn. Gurubek beşdarî Yekitiya İttihat Sîwariyan bû, Gurubek wekişiya û li cîh û warên xwe rawestîyan Gurubekî esas û mezin jî xwast ku, bi derfetên dest xwe yên bi çek û bi çekdarî ve, bibin hêza artêşa Kurdistanê!

Komeleya Beravanî ya Azadî û berxwedana sala 1925-1931 ya leşkeri bi esasî li ser vê hêza pêkan bû ye!

Di bizava Kurd ya neteweyî de, ev herdu şax, ta jî dema Peymana Amasyayê ya sala 1914’yi virvetir berdevamî hebû.. nakokî hin jî çareser nebûye..

Şaxa Kurdên Sunni Şaxa Kurdên Mecusi(Rêya Heqîyê, Êzidi, Enel Heq/ Yaresan/Kakayî)

Van herdû şaxan bi piranî di berxwedanan de alîkarîyên hev nekirine.

Dema koçgiriyê de Kurdên Sunni alikarîya Qoçgîriyan nekir, di berxwedana sala 1924-1930’yî de jî Kurdên bi bawerî ya Rêya Heqîyê jî neçûn hawara Kurdê Sunni!

Ev cûdahî di dema Abdulhamid de ku ji eşirên Suniyên Musliman, Alayên Hamîdî ku pêkan bûbû, Kurdên Mecusî, bi taybetî kurdên ku bi bawerîya Rêya Heqîyê ve girêdayî bûn, bawerîya wan herî şikîyayî bû.

Hert çiqas, Alîşêrê Qoçgîrî, Nurî Dêrsimi, Hesen Xêyrî, Xalidê Cibrî û çendîn kesan xwest ku vê nakokîyê notr bikin jî, lê mixabin bi ser neketin! Sedema Hesen Xêyrî ku li Xarpêtê berdarî kirin jî bi esasî ev bû!

Her çiqas li Stenbolê di nav rewşenbirên Kurdperver de Komeleyên sivil fena minak;

Cemîyeta Kurd Teavun û Terakî, Cemîyeta Kurd Hêvî, Cemîyeta Kurd Neşri, Kurd Cemîyeta Talebe Hêvî û Cemîyeta Jînên Kurd ji ev nakokiyên olî tune be jî di nava gundî û eşiran de hîn pêkan bû.

Di sala 1898’an de Rojnameya Kurdistan derketî bû, paşê jî Şark û Kurdistan, Rojnameya Kurd Teavun ve Terakî, Kurdistan, Peyman, Rojî Kurd, Yekbûn, Hetavî Kurd, Rojnameya Jîn, Kovara Jîn derxistîbûn. Wana ji bo hestên neteweyî hîşyar bibin rolek gring listibûn. Lê en kovar û rojname bi sistem belav nedibûn û komeleyatî jî gor wê zûtirîn hîşyar nedibû!

Lê Hêzên İttihat û Terakî, gelek aktif bûn. Sîyaset diafirandin, diplomasi dikirin,

Paş darbeya Selanîkê bîryarên ku di sala 1911’yi de li Selanîkê girtî bû yeko yek bi cîh dianîn. Siyaseta diji Rum, Ermenî, Suryan Ezîdi, Rum, Kurd, Laz û yen dîtir bi kar xistî bû.. Lê goranî wê, Kurd û neteweyên dî tedbirên xwe nestendibûn!

Kurd bi banga Mustafa Kemalî, ya Kongre ya Erzrom û Sêwasê parçe bibûn.. Ekseriyet bi vaadên Mistefa Kemalî hatîbûn xapandin û sist bibûn…!

Ji xwe Daweta Kongreya Erzurumê ku ji alîyê Xalitê Cibrî ve ku hate redkirin, ev her di bin taqibê de hiştibûn…

Tesîra Cemiyeta Kurd Tealî jî zêde li ser Kurda Tunebû. Ya heri faal şaxa Koçgîrî bû, ev jî ji sedema Kurdên Rêya Heq bûn destek, bêtirin Dersimê ji cihên ditir nedihatin. Heta eşirên Dersimê ji nedixwastin alikari biçe.

Li vira disa divê em bizanibin ku karekterê ideolojîya fermi ya Tirk li ser plana 1911’yi virvetir her diçu li ser gelên Otokton tundrev dibun.

İttihat Terakki ku di sala 1918’yi de Navê xwe Guhert û kır Cemiyeta Tacceddin, paşê kir Mudafayî Hukuk Cemiyeti, Paşê kir Kuvayî Milliye Teşkilatı, Paşê kir Cumhuriyet Halk Fıkrası, Û Komara Tirk bi vê partiya yekane saz bû..

Armanca Kongre’ya Erzurum û Sêvasê yek jî ev bû ku, Aliyekî de Berevanîya İttihatîyan bi ser bixine, ya din jî Seroktiya Mistefa Kemalî bipejirine. Daku Erzurom navendekî siyasî bû. Siyaseta Ezromê jî di destê Kazim Karabekirê Arnavutî de bû. Dema ku delegasyon parvekirin. Kazim Karabekir ji delegasyona Erzurumê derxistin û Mistefa Kemal kirin delegeyê yekemin yê Erzurumê. Delegeyê Erzurumê daku xwedîyê malê bû, di heman demê de dibe serekê Divan û Sergirtê Kongreyê.. Ev ji ji bo pejirandina seroktiya Mistefa Kemalî gelekî gring bû. Ev jî pêkan bû.

Di kongreyê de hîn navekî bi navê Turkîyê da ku tunebû, digotin “Camîa-î Osmanîye” û Vilayetên Şerqê ji di nava Camia-î Osmanî de dihesibandin.

Di kongreyên Erzorum û Sêvasê de bi esasî kurd beşdarî nebûne. Ev kesên ku beşdarî kongreya Erzurum û Sêvasê jî bûne, zûtirin rewş fêm kirine û jê vekişîyan e. Diyab Axa yê Xozatê ne tê de.

Jixwe dema ku Heyeta Temsili hatiye nîşankirin. Cîh nedane Kurda. Daku kesên di Heyeta Temsili de cîh girtine, ji endam û rêveberîya Cemiyeta Mudafayî Hukuk ve dest nîşanî bûne. Ji wana du kesê Laz cîh danê, paşê ev jî bi keyfiyeta Mustafa Kemal jê hatine derxistin!

Protokola Amasyayê jî ji bo xapandina Kurda ye, daku qala maf û hebûna Kurd û Kurdistanê dike, lê ne ji bona statuyek hevpar bo Kurd û tirka, ji bo Kurda di vê dema kritik de kontrol bike.. Bi taktikî nêzikî gelê Kurd û pirsgirekê bû ne.

Di her kat û dewrê de Projeya Mistefa Kemalî, projeya İttihat û Terakî bixwe bû. Ev jî dewletek Tirk û İslamî bû. Ev qadro yên ku li dora Mustafa Kemalî civiyabûn jî bixwe kadroyên İttihat û Terakkî bixwe bûn. Ekserîyetên wan jî ji Balkanan, bi taybeti Mekedonî û Selaniki bûn. Mustafa Kemal bixwe dijî HİLAFETÊ nebû. Bi taybetî wê demê Alîşêrê Koçgirî di nivîsên xwe de ev wekî “Mufetîşê Hilafetê Mistefa Kemalê Selanîkî” bi nav dike!.

Mustafa Kemalî leşker bû, lê fena ku mirov weke ideol bihesibîne jî bê bingehe ye.. Ji wê bonê pênaseya Kemalizmê jî hewcedarîya nirxê ye. Daku hemû nivisên bi navê wî derketine, yekseri ji aliyê Mustafa İsmet înönü ve hatine nivîsinî.

Disa dema ku me qala Alîşêrî kir, ev “Heyetên Nasîhatê” tên bîra mirovan.. Dijî bizavên Kurd, dewletê ha bi dizi ha bi aşkereyî ev “Heyetên Nasihatê” bi kar anîn e.. Fena “AKİL HEYETΔ ya vê dema dawîyê ya aşkereyî. Lê yên dizî, da ku rê bidin sîyaseta Kurd her di qefsînga sîyasetmedarên Kurd de, d inava gel de ev heyet fena sîxur li ser karbûne û nûka jî her hene!

İttihat û Terakî li ser bîryar û plana xwe ya 1911’yi, di sala 1913’yi de Berê Xwestin Romên Grekî ji Anatolyayê bavêjin.. Lê dema ku İngilizan dest avêtin Roman û Devleta Yunani damezrandin, İttihat û Terakî ji bo Tehcir û Mubadeleya Romên Anatoliayê şûnve gav avitin û ev terixandin.

Paşê di sala 24.05. 1915’yi de ji bo jenosaida Ermenîyan start dan, seferber bûn û di navbera sê mehan de Talat Paşa di ropara xwe de diyarde dike ku “Kêşeya Ermenîyan hal bû” dibêje.

Di Şerê Yekemin yê Cîhanê de, bereya Germanî ango Almanan têk diçin. Di miqabilî wi de di şerê Çanakkaleyê û Êrişa kafkasyayê ji ku li Sasriqamişê têk diçin, İttihat û Terakî heya Şoreşa Oktobrê Ya Sovyetê mecal namîne ku hareket bike.

Şoreşa Oktobrê rewşeke dî derdixine meydana sîyaseta heremê. Berî Şoreşa Oktobrê ya 1917’yî, Siyaseta Biritanyayê û Fransîyan ev bû ku axa ku berê di destê Dewleta Osmanîyan de bû dagir bike û kolonîya xwe bi serbixine. Lê paş damezrandina dewleta Sovyetê, Nexwest ku şer dirêj bibe, de facto ji Sovyetê re daku rû bi rû nebe û şerek peyda nebe, herdu alîyan mil dan Kemalistan, Pehlevîyên İranê, Emerullahê Afganistanê û Çan Kay Şekê Çinê û ev gihandin qada dewletbûnê. Tabi Lenîn û Stalîn teoriya wê jî sererast kirin ku ev hêzana hêzên “Tekoşina milli ya rizgarîxwaz in” bi nav kirin û “parçeyek ji bereya rizgariya proleterya” hesibandin. Destek dan û kirin dewlet!

Meseleya kadroya Kongreya Gelên Rojhilat ya Bakuyê ku di Sala 1920’î de pêkan dibe. 235 delege li ser navê milletê Osmanî çûne, hemû endam û rêvebirê İttihat û Terakkî ne.

Di salên çareka 1900’an de hiç têkiliya Kurda li gel Emperyalan tune bû. Bilakîs Kurda Têkiliya xwe ne ji emperyalan re, anku ji Avrupayîyan re danî. Bilaeks ji Tirkiyê û Sovyetê re danîn û dixwastin bi wan re sîyasetê bimeşîne. Ev jî çewtîya bizava Kurd ya wê demê bû. Lê disa jî Kurd bi sucdarîya “Xainên bihevkarîya İngilizan û emperyalistan” tên pênasekirin û suçdarikirn. Ev derew e. Heta Kurd ne! Lê ev dewletên ku fena tampon hatibûn damezrandin, bi hevkarîya İngiliz û Sovyeta Rusyayê bûbûn dewletekî nû! Di heman demê de dijeyatîya Kurd ya navneteweyî jî di beranberî vê sîyasetê bi cîh bû ye..

Jixwe paş bi hevhatina Sovyet, İngiliz û devletên dîtir yên Avrupa, inkarkirina Kurda destpê kir. Di sala 1922’an de Cemiyeta Kurd Teali qedexe kirin, 4’e Adara 1924’an de jî Zagona qedexekirina zimanên hereman û bi taybetî Kurdî derxistin.

Ji xwe êdî diyarî dibun ku ev soz û peymana ku Mustafa Kemal li Amasyayê paşê ji li Kesra İzmitê diyarde kirî bû, hemu taktik bûn. Heta Kanuna 1921’an û Nameya Nûh Paşayîre şandî bû, hemû derev bûn.. Daku berî Peymana Lozanê manevrayekî bi dest bixînin bi rojane qala “otonomi”yê dihate kirin. Lê paş Lozanê êdî peyva “otonomiyê” “Kurdistanê” û “milletê Kurd” nedikirin, û yên ku bikirina jî ceza û sicin dikirin.

Salên 1924- 1930

Berxwedana Kurd ya 1925’an li ser xebat û amadeyîya Cemîyeta AZADî meşîyayê. Di derheqa Cemiyeta Azadi de Pirtuka Tahsin Sever ya “1925 Hareketi, Azadî Cemiyeti” de agahi û belgeyên ciddi hene. Yên ku bixwazin berfirehtir belgeyan di wê de dikarin bibinîn û frehtir lêbikolin. Di nav wan belgeyan de Hevalê Miralay Xalidê Cibrî ku bixwe jî Başûrê Kurdistanê û ji Silêmanîyê ye, di biranînên xwe de li ser Cemiyeta Azadî gelek tiştên balkêş diyarde kirin e. Disan divê ev bîranînên İhsan Nurî Paşa di dest Lezgin Barzanî de bûn, derxistibûn Lozanê divê bê dîtin û çap bibe. Weke dî di nav arşîvên Rusî de jî gelek agahî li ser Bizava Kurd ya 1920’an û bi taybeti li ser Cemiyeta Azadî Hene. Ji vana hinek ji aliyê Lazerev, Hesteryan, Garo Sasuni hwd. ve hatîbûn aşkerekirin.

Armanca Cemiyeta Azadî, Serxwebûna Kurdistanê ye. Dema ku Parçebûna Kurdistanê di Meclisa Tirkan de sala 1923’an de tê şirovekirin, Yusuf Ziya Beg e, ev vê bûyerê fena ku bedenekî Kurd çawa ku parçe parçeyî bikin dinirxine!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:51:51