PKKê li daholê da: ’’werin sêva’’
Osman Baydemîr desmal hilda, bû sergovend. Ma kîjan kurd dikare xwe ragre û nekeve govendê? Bêguman, berî herkesî hin kesên ’’serbixwe’’ yên navdar, dûra yên din, yek bi yek tevî govendê dibin… Em çi bêjin; ya bi xêr…
Di sala 2019an de him hilbijartinên herêmî, him jî yên serokkomarîyê û parlamenteran wê çêbin. Eger guhartinek neqewime, di adara 2019an de, hilbijartinên îderayên herêmî wê di meydana siyasî ya kurdan de careke din wê tesîra erdhejê bi xwe re bîne.
Gelek partî û siyasetmedarên me ê dev ji wan hemû dîtin û gotinênên xwe yên ku berî hilbijartinan kiribûn berdin, wan ji bîr bikin; rojev wê bi danûstendinên dizî û vekirî bê dagirtin.
Ya baş ew e ku herkes ji niha ve dest pê bike xanîyê xwe saxlem bike berî hej û leqînan…
Eger wisa nebe, hêvî û berjewendîyên şexsî yên siyasetmedaran bên şiyarkirin, ew ê nola keçikên maldemayî çavên xwe ji her alîyî re biqirpînin, û destpê bikin di taldeyan de hevdîtinan bikin; xwezginîyên zewacê, pardon ‘’yekîtîyê’’ ku bi ambalajên ‘’helwesta prensipî’’ ,’’daxwaza gelê me’’ û ’’yekîtîya neteweyî’’ pêçandî bînine navendên partîyên xwe.
De werin em bi HDP re dest bidin hev ji bo’’yekîtîya neteweyî’’ bixebitin!
Em bi PKK re ji bo xatirê ’’yekîtîya neteweyî’’ seferber bin.
Êh madem ’’gelê me dixwaze’’, madem ev yek wê ji bo ‘’yekîtîya mîllî’’ xizmetê bike, em dest bi bazarîyan bikin; kontejana 1kesî nabe, divê 3 kes bin. Nexwe ‘’helwesta me ya prensîpî’’ xirab dibe…
Heke di hilbijartinan de hûnê herin bi cenahên PKK re çavê xwe biqirpînin, bi wan re bikevin bazarîya, wê çaxê qe nebe gel nexapînin, partîyên cuda cuda avanekin, bîlesebeb mesrefên giran nekin. Herin nav HDP û bibin endam. Ji Kandîlê re, ji Öcalan re çend şalûzîya bikin, ji paşxana xwe ya sîyasî re çend çêrên qelew bikin. Xasima ji bo bêrûmet kirina Kemal Burkay, Mesud Barzanî çend gotinan bikin temam e. Hingê êdî rê li ber we vekirî ye.
Heke piştî Tirk, Turkmen, Ereb û yên din ji we re cî nemîne di lîsteyên wan de, hûn nebin şaredar û nebin parlamenter jî, di wê berê de hûnê qîmetekê wergirin. Bi kêmanî hûn dibin ‘’heval’’ , ji bona hilbijartinên 4 sal şûnde dikevin dorê.
Na eger hûn ê çi wek partî çi jî wek kes, maf û azadîyên gelê Kurd ji dil biparêzin, wê çaxê di gotin û kiryarên xwe de durust bin.
Ji PKK û sazîyên wê xwe dûr bigrin.
Li xwe hayedar bin! Li hember vê lîstika ku her car, di demên hilbijartinan de li ser dika siyaseta Kurd tê lîstin hişyarbin! Badîhewa xwe rezîl û ruswa nekin, sazîya xwe ya ku bi ked û zehmetîyên mezin hatiye sazkirin, ji xeta wê averê neke.
Em bêne ser Kongreya Neteweyî;
Divê bê dîtin ku, senaryoya fîlma ‘’ Yekîtîya Neteweyî’’ , ‘’Kongreya Neteweyî’’ ya ku îro PKK pêşkêş dike, ji alîyê Îranê ve hatîye nivîsandin.
Armanc, taswîyekirin an jî bi kêmanî dorpêçkirin û bêtesîrkirina Mesud Barzanî, xeta sexwebûnxwaz a Kurdistana Başûr e, ku referandûma serxwebûnê daye çêkirin û %93 dengê Gelê Kurdistanê standîye.
Çi maneya wê heye ku yek di filma Îranê de bibe fîguran?
Kongreyên neteweyî, ew civîn in ku, ji bo derxistin, dîyarkirina, mêl, daxwaz, armanc û îradeya milletekî bi rîya nuneran (delege) tên çêkirin.
Li Kurdistana Başûr ne delegeyên partî û sazîyan, raste-rast millet bixwe çû ser sandoqan û bi %93 dengan ji bo serxwebûnê biryar da.
Îradeya xwe, armanca xwe û daxwaza xwe ji hemû cîhanê re ragîhand.
Yên ku îro ji bo civandina Kongreya Neteweyî velveleyê dikin, berî hertiştî rêzê li van encaman bigrin û li gor wê xwedî helwest bin.
Yên ku li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, yên ku li cem Îranê, Hukumeta navendî ya İraqê û Haştî Şabî cî digrin, û di dema dagirkirina Kerkukê û deverên din de, li şûna ku li hember dagirkeran şer bikin, êrişî Barzanî, PDK, partî û kadroyên serxwebûnxwaz kirin, gelo bi wan re ’’Kongreya netewî’’ çawa tê çêkirin?
Armanc dîyar e, eger yek bixwaze bibîne.
Yên ku ji ber berjewendîyên xwe yên şexsî, hêvîyên taybet naxwazin bibînin, ji xwe tiştekî mirov ji wan re bêje tune.
Ez bi kurtî ’’Dezgeyê’’ rave bikim.
Li ser banga wan ‘’serbixweyên’’ ku PKK derdixe pêş, em çend civînan çêkin. ’’Em kurd di nav xwe de qise bikin’’
Di encama van civînan de, em heyetekê pêk bînin û herin Başûr, ji wan re bêjin ku kurdên Bakûr çiqas pir dixwazin ’’ Kongreya neteweyî’’ ya ku PKK bi hîle û israr dixwaze, kom bibe. Em berê zextê li wan bikin. Paşê jî bi YNK re, a ku malbata Talabanî serkêşîyê dike, bi Goran re, bi Komele re, li kurdistana Rojava bi PYD re, ya ku mafê jîyanê nade ti rêxistineke kurdan, bicivin, pêkve piranîya delegeyan bi destxin, daku bikarin dor li PDK bipêçin. Tevgera serxwebûnxwaz a Kurdistanê jar bikin û dehfdin bin bandore Îranê.
Armanc ev e.
Ha, di vê navberê de, ji ber ku bi saya wan rêzecivînên li Bakûr kurd wê nêzîkî hevdu bibin, bi kêmanî ew ê bi partîya ku “Türkiyelileşme” xistîye navenda bernaneya xwe, ango HDPê re mil bidin milê hev û ji bona ’’YEKÎTÎYA’’ kurdistanî seferber bin. Hin sîyasetmedar ’’ronakbîr’’ li şûna ku dilxweşîya xwe bêjin, bi ihtimala ku HDP wan wek namzetê şaredarîyan an jî parlamenter nîşandin, wê dest pê bikin wek care caran stiranên ‘’’prensipên me’’, ’’yekîtîya neteweyî’’, ‘’’gelê me wisa dixwaze’’ bêjin.
Ew peyvên salan tên jibîrkirin. PKK careke din wan kurdên ’’muxalîf’’ ku doza pêkanîna alternatîfekê dikin bavêje hendekan û çal bike.
Biaqil bin. ’’Dezgeyê’’ bibînin. Dûr bisekinin.