Şerefxan Ciziri: Demokrasîya Navxweyî…

Di siyaseta Kurdan de her kes dizane ku hemû komik û tevger di nava program û rêbazên xwe de qala giringîya demokrasîyê dikin, ji bona çareserkirina pirsa Kurdan dîsa qala demokrasîyê tê kirin
04.03.2019, Pts - 09:34
Şerefxan Ciziri: Demokrasîya Navxweyî…
Nuçe Belav bike

Di nava Kurdên Bakur de partî û komikên ku xwe weke demokrat binav dikin roj bi roj zêde dibin. Di vî warî de enflasyona nirxan gav bi gav bilind dibe. Pewendî sılûk dibin. Gotin erzan dibin. Eşkereye ku di hemû tevgirêdanan de qala demokrasîyê tê kirin, qala giringîya demokrasîye tê kirin, weke nirx dîsa têgeha demokrasîyê tê pesınandin. Heta nûha tu partî û rêxistinên Kurdan eşkere nabêjin; em ne demokrat ın û bahweriya me bi demokrasîyê nayê. Ew partiyên ku zêde qala demokrasîye dikin, li her derê, li pêş û li paş, li cîh ne li cîh, li gund û bajaran têgeha demokariyê bikartinên, qala çareseriyên demokratîk dikin, di nava rêxistina xwe de bahweriya wana bi bi nirxên demokrasiyê tune ye û rêbazên demokratik jî bikar nayînin. Li ABC ya nirxên demokratik hûr bibin û hûnê zelal bibînin ku rêbazên demokratîk di nava lingan de diperpit in!

Ma ew ne tiştekî eceb e? Ma ne beloq e? Ma ne bê exlaqî ye?

Ji ber wilo ez bangî hemû rayadar û berpirsên siyasî dikim; di nava rêxistinên xwe de Qursên demokrasiyê destpêbikim. Ev têgeh tê çi wate ye, çawa dikeve jıyanê, çima di hemû bernamên me de fikir û ramanên demokrasîyê tên bilindkirin? Armanc çi ye? Çima hewcedarî bi vê yekê heye? Qet nebe ABC ya demokrasîyê fêrî endamên xwe bikin, taybet rêvebir û serok divê di ezmûneke demokrasîyê re derbas bibin…

Di siyaseta Kurdan de her kes dizane ku hemû komik û tevger di nava program û rêbazên xwe de qala giringîya demokrasîyê dikin, ji bona çareserkirina pirsa Kurdan dîsa qala demokrasîyê tê kirin. Kurdên me li Bakur ji dewleta Tirk ya kolonyalîst demokrasîyê dixwazin, ji dewleta dagirker em doza sîstemeke demokratîk dikin. Lê bi rastî em têgeh û rêbazên demokratîk di nava xwe de çiqasî bikartînin, em ciqasî bahwerî bi nirxên demokrasîyê tînin? Di wan pirsan de tevgera Kurdan nebûye xwediyê pratîkek ku em karibin pê şanaziyê bikin. Programên birêkûpêk tune ne. Ji bona demokratîzekirina civaka Kurdan projêyên demokratên Kurdan tune ne! Ji bona ku jıyana siyasî demokratize bibe heta nûha tu projeyên balkêş nehatine nîqaşkirin. Em dibêjim lê em pêwistîya rêbazên demokratîk bicîh nayînin. Gotin heye lê pratîk tune ye, ard heye lê me helav çênekiriye.

Ma partî û rêxistinên ku di nava xwe de ne demokrat in, dikarin demokrasî di nava civakê de ava bikin gelo? Ma ji şeliman peqlawe çêdibe? Ma xwê şîn dibe? Ma qantir dizê? Ma qirak dibe başoke?

Di pirs û pratîka demokrasiyê de, di nava tevgerên siyasî û civakî de ez heta nûha pêrgî tu helwestên birêkûpêk nebû me. Kurdên me ji dijminên xwe demokrasîyê dixwazin lê di nava xwe de bahwerîyê bi demokrasîyê nayînin. Ev helwest kesayatî û pratîkek durûtiyê pêde dike. Bêbahwerbûnê di nava rêxistinan de belav dike. Di pratîka siyasetê de, di jiyana rêxistinî de partî û rêxistinên me rêbazên demokratîk avêtine ser sergoyan. Li şûna ku serokên rêxistinan serokatiyê ji rêxistina xwe re bikin, dilê xwe dibijînin dıktatorîyê, paşatîyê, axatîyê û patrontîyê.

Ma serok bê partî, bê mafên endaman, bê rêbazên demokratîk ji çi re ne? Dikarin bikêri çi werin? Ma divê serok li gora partîyê dimeşe an partî li gora serok dimeşe? Ma serokê partiyan serokê xwe ne an serokê partiya xwe ne? Ma rêxistin û partiyên siyasî dikarin weke kompaniyên xwemalî tevger bikin? Ma axayên eşîran bê pejirandina eşîrê ciqasî dikarin axatîyê bikin? Ma patronên ku bê kargeh, ofîs û febriqe ne hene? Lê em dizanin ku patronên- ku serokê partî û rêxistina ne- ji hêla madî de hergav qûşrût bûne! Ma qûşrût çawa dibin patron lo?

Ma serokê partiyan çawa dikare dilê xwe bibijîne patrontiyê? Ma wê gavê gelo ew nehatiyê devereke şaş? Ma partîyeke siyasî û têgeha patrontiyê tucara dikarin werin cem hevdû? Ma mafiya dikare bibe serokê Komela Mafê Mirovan?

Em xiyala xwe baş bidin tevgera demokrat, ji ber van pirsên ku ez li vir tînim ziman, roj bi roj li Kurdistana Bakur tevger lawaz bûye, sarbûn dikeve nava endam û alîgiran, sergêjekî û nekirkêrî bûye taybetmendîya serek e û di hemû waran de xeta ne milî pêşketiye. Xeta demokrat fetisîye. Gelek Kurdan hêviyên xwe winda kirine, di nava partîyên dagirkeran de cihê xwe girtine. Serokên nekirkêr jî qala serokatiya xwe ji şelafên derdora xwe re dikin! Ma kûndir mezinin yan şebeş? Ma hesp esil in an bergîl?

Ez bi bahwerî dibêjim; tevgera netewî -demokrat divê xwe ji nava vê dinyaya nekirkêr gav bi gav azad bike. Ji bona ku tevgera netewî-demokrat bê ser hevdû divê bibahwerî nirx û rebazên demokrasîyê werin parastin. Bi fen û fûtan, bi canbaziyên Kurdên bergîl, bilistikên biçûk û berjewendiparêzîyê, bi ezezitîya qûre tevger nikare xwe ji nû de birêxistin bike. Ev ne pêkan e. Ji bona ku em karibin bi ruhekî nûjen Kurdan bînin nava tevgera netewî, tevgerê komî ser bikin, yekrêziya rêxistinî ava bikin û bibin aktorek siyasî, divê hemû kes li gora qeweta xwe fedakariyê bike, doz û exlaqê netewî berz bike, derdora xwe ji qerpal û lewçeyan dawşîne!

Tevgera netewî-demokrat li Bakurê Kurdistanê xwediyê girseyiyeke xuyayî ye. Em vê na dizanîn. Dîsa em baş dizanin ku derfetên tevgera netewî yên madî tune ne, li Bakûrê Kurdistan medya tevgerê tüne ye, kadro belawela ne, rêxistineke birêkûpêk ava nebûye, herkes ji hevdû xeyîdine, hinek ji li benda rehma Xwedê ne û selawatan didin!

Ev girseyî ji ber gelek sedeman ne li ser hevdû ye. Ev jî tê zanîn. Hinek ji wana di nava partîyên cüda de cihê xwe girtine, hinek jê ji bona berjewendiyên xwe pêwendî bi dewleta kolonyalîst re danine. Bi dev Barzanî ne lê di pratikê de hevalbendiya dewleta dagirker dikin. Hinek ji wan li rastê mane, hinekan jî ji bêçaretiya xwe dane dûv biratıya gelan, hınekan ji dane dûv erbanê û bahwer dikin ku wê welatê Misliman di hewara wan de werin! Lê, jibira dikin welatên Misliman Kurdistan dagirkirine!

Belê, di nava wan komikên siyasî û civakî de, divê tevgera netewî xwe ji nû de birêxistin bike. Kî di kijan warî de jêhati be, bila di wî warî de derkeve pêş, Her kes li gora jêhatbûna xwe, her kes li gora keda xwe bila bê temsîl kirin, bila bibe xwedî rumet. Kes bila belaş, li ser pişta kedkarên welatperwer, li ser pişta fedakarên dozê nanê xwe di mergê daneke. Bila tu nekirkêr, nezan û canbaz xwe li ser tevgera Kurd ferz nekin. Gava ku tevgera netewî -demokrat li ser kedxwûriyê siyasetê bikê, jêhatbûna endaman asteng bike, gelacî û fitneye di nava tevgerê de bike, asta siyaseta netewî nizm bike, pêşeroja tevgerê, aha wê wekî îro be! Encama ku em îro tê re derbas dibin, lawazîya tevgerê, bê derfetbûn, eşkere ye ku li ser mîrateya nêkirkêriyê hatiye ava kirin.

Ez bi hest û ramanên welatperwer dibêjim; Ji serokan re demokrasî lazim e, ji endaman re demokrasî lazim e, ji dilxwazan re demokrasî lazim, belê, ji tevgera netewî-demokrat re demokrasî lazim e, ji hemû Kurdan re demokrasî lazim e. Ji civaka me re raman û pratîka demokrasîyê lazim e!

Kurdên ku ne netewî-demokrat in, nirxên Kurdan di raman û çalakîyên siyasetê re girîng nabînin, bila ji kerema xwe re biçin di nava partiyên ku ne netewî-demokratin de pal bidin, li vir quretiyan bikin, xwe bigevizînin û bîranînên nekirkiriya xwe ji xeşîman re vebêjin!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:51