Cezayîr: 12 koçberên ji Rojava û Sûriyeyê li çolê ji tîna mirin

12 koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku dixwestin herin Ewropayê, li çolên Cezayîrê ji tîna mirin.
08.07.2024, Pts - 15:28
Cezayîr: 12 koçberên ji Rojava û Sûriyeyê li çolê ji tîna mirin
Nuçe Belav bike

12 Koçberên ku dixwestin ji Cezayîrê derbasî Ewropayê bibin û şofêr li çolên Cezayîrê bi otomobîlê di rê de asê man.

Li gorî Yekîneya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cezayîrê, li  çola herêma Hassi Belvibor a Cezayîrê, gelek cesed li kêleka wesayitê hatin dîtin.

Yekîneya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cezayîrê got, “Tîmên me çûn cihê bûyerê û cenazeyên 12 welatiyên Sûriyeyê wergirtin û cenazeyên 2 welatiyên Cezayîrê jî hatin dîtin.”

Hat diyarkirin ku ji ber wesayita ku li çolên Hassî Belvîborê xera bûye û nehatiye temîrkirin rêwiyan ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku wesayit roja sêşema borî winda bûye û doh yekşemê piştî lêgerîna bi saetan hat dîtin.

Cenazeyên 12 koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û 2 şofêrên ji Cezayîrê rakirin Nexweşxaneya Burc Omer Îdrîsê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:25