Amerika dê sînordarkirina Operasyona Efrînê bixwaze

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson, di serdana xwe ya Enqereyê de, dê sînordarkirina operasyona ser Efrînê bîne rojevê.
10.02.2018, Cts - 06:26
Amerika dê sînordarkirina Operasyona Efrînê bixwaze
Nuçe Belav bike

Rayedarekî Amerîkî bo ajansa Reutersê da xuyakirin, mijarên dijwar di rojeva hevdîtina Tîllerson de hene û ew dê bo operasyona ser Efrînê jî banga aramî û sînordarkirinê bike.

Da xuyakirin, di vê demê de bi Tirkiyê re kar kirin zehmet e. Tirkiye germ û bihêrs e û diyar e hevdîtina Tîllerson jî, dê dijwar derbas bibe.

Herweha got, digel van hemiyan ew hê bawer dikin ku, mijarên hevpar ên bingehîn di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1060 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:45