Amerîka derbarê topbarana Artêşa Tirk'te daxuyanî weşand

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di derbarê bombebarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê da û got, “Haya me ji topbarana bi xwîn heye, em girîngiyê didin parastina sivîlan.
21.07.2022, Per - 05:57
Amerîka derbarê topbarana Artêşa Tirk'te daxuyanî weşand
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price anî ziman, “Haya min ji wê zanyariyê heye. Ez texmîn dikim ku em ê îro li ser vê yekê bêhtir tiştan bibêjin lê ez bibêjim ku di vê demê de haya me ji topbarana îro ya bi xwîn a li ser bakurê Iraqê heye ku li gor zanyariyên destpêkê hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin, di nav wan de sivîl jî hene.

Ned Price her wiha got, “Em helwesta xwe dubare dikin ku divê çalakiyên leşkerî yên li hundirê Iraqê rêzê li serwerî û ewlehiya xaka Iraqê bigirin. Em ji malbatên qurbaniyên îro re sersaxiyê dixwazin. Em teqezî li ser girîngiya misogerkirina parastina sivîlan dikin. Em dê berdewam bin li ser şopandina rewşê ji nêzîk ve her ku zanyariyên zêdetir bidest bikevin, ji bo vê carê em pêşniyar dikin ku ji bo şîroveyên zêdetir vegerin cem hevkarên xwe yên Iraqî lê di derbarê pirsa we de, sîstema navneteweyî ya li ser bingeha qanûnê bêalî ye û wek her welatekî din, çi li Rojhilata Navîn, çi li herêma Okyanûsa Hindî û Okyanûsa Pasîfîkê û çi li deverên din li seranserê cîhanê, ji bo Amerîkayê jî derbas dibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 937 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:39:45