Amerîka: Divê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin

Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê ragihand; bi hebûna niyeteke baş, divê temamê kêşeyên hestyar ên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin çareserkirin.
21.08.2020, Cum - 23:51
Amerîka: Divê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin
Nuçe Belav bike

Matthew H. Tueller, Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê ji Kurdistan24ê re diyar kir; şanda Iraqê li Waşintonê civîneke gelek girîng encam daye û Iraq dê li herêmê roleke mezin bilîze.

Tueller destnîşan kir: “Em rêz li girîngiya rola Iraqê ya li herêmê digrin, ez di wê baweriyê de me ku serdana vê carê ya Kazimî bo Waşintonê vê yekê derdixe holê, her du alî pabendî rêkeftina demdirêj a stratejîk in, peywendiyeke ku sûda wê ji her du welatan re heye.”

Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê herwiha eşkere kir: “Di çarçoveya diyaloga stratejîk de, me civînên gelek girîng pêk anîne. Divê Amerîka û Iraq pabendî karê hevpar bibin, ev wê yekê derdixe holê ku rayedarên Iraqê dixwazin di pêvajoyeke demokratîk û aştiyane de ciyawaziyên xwe çareser bikin û pêşketin û asayîşê ji bo xelkê xwe berdest bikin.”

Matthew H. Tueller tekez kir: “Em pêşwaziya wan hewldanan dikin ku ji bo kêmkirina aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê têne kirin, divê li ser wan kêşeyên ku li gor me hestyar in, rêkeftin were kirin. Em di wê baweriyê de ne ku bi niyetpakî her du alî dikarin bigihin rêkeftinê.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 851 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:31:26