Amerîka: Em bi rayedarên Bexda, Enqere û Hewlêrê re ji bo hinardekirina petrolê di pêwendiyê de ne

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, ew ligel berpirsên Bexda, Enqere, Hewlêr û kompanyayên Amerîkî di pêwendiyan de berdewam in, ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Ceyhanê.
17.05.2024, Cum - 10:11
Amerîka: Em bi rayedarên Bexda, Enqere û Hewlêrê re ji bo hinardekirina petrolê di pêwendiyê de ne
Nuçe Belav bike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel di kongreyeke rojnamevanî de got: “Di berjewendiya Iraq û Amerîkayê de ye ku rêyên cuda ji bo gihandina enerjiya Iraqê bo bazarên cîhanê bipêş bixin.”

Got jî: “Em rasterast bi rayedarên Bexda, Enqere, Hewlêr û kompaniyên Amerîkî yên ku ji rawestandina hinardekirina petrolê bandor bûne re di pêwendiyan de ne, ji bo vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê de.”

Ji 25ê Adara borî heta niha hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye. Bexda, Hewlêr û Enqere ji bo jinûve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêjan dikin. Rawestandina hinartina petrolê ne tenê zirar daye bûdce û jêrxana Iraq û Herêma Kurdistanê, belkî bûye sedema kêmbûna nêzîkî nîv milyon bermîlên petrolê li bazara cîhanî ya enerjiyê.

Kompanyayên navneteweyî yên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, hikûmeta Iraqê bi wê yek tawanbar dikin ku tevî boriya petrolê amade ye, lê ew naxwaze petrola Kurdistanê bê hinardekirin.

Vî nûçeyê tevayî: 596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:34