Amerîka helwesta xwe ji destdanîna ser şaredariyan aşkere kir

Wezareta Derve ya Amerîka derbarê destdanîna ser şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê de ragihand, li hember guhartina berpirên ji aliyê xelkê ve hatine hilbijartin bi kesên ku nehatine hilbijartin, nîgeran in.
22.08.2019, Per - 07:39
Amerîka helwesta xwe ji destdanîna ser şaredariyan aşkere kir
Nuçe Belav bike

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus di bersiva pirseke peyamnêra K24ê li Washingtonê de ragihand, li her cihekî li cîhanê berpirsên ji aliyê xelkê ve hatine hilbijartin bi kesên nehatine hilbijartin bên guhartin cihê nîgeraniya me ye. Xwazyar in bibînin Tirkiye wê pirsgirêkê bi çarçova pabendbûna bi demokrasiyê çareser bike.

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê, şerdarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin.

Hikûmeta Tirkiyê li şûna wan şerdaran, erkê birêvebirina şaredariyan daye destê Parêzgarê Diyarbekirê Hasan Basri Guzeloglu, Parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman û Parêzgarê Wanê Mehmet Amin Bîlmez.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1103 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:22:24