'Amerîka kerwanek çek ji HSDê re şand'

Hat îdiakirin ku 80 kamyonên ku bi çek û cebilxane barkirî ji deriyê Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê bo HSDê hatin şandin.
05.02.2018, Pts - 13:58
'Amerîka kerwanek çek ji HSDê re şand'
Nuçe Belav bike

Welatiyekî ji Duhokê ragihand ku doh li gorî dema Hewlêrê saet 22.30an 80 kamyonên bi çekên Amerikayê barkirî bi rêya deriyê Semalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de derbasî Rojava bûn. Tê gotin ku çek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatine şandin.

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di Gulana 2017an de biçekkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, erê kiribû û piştî erêkirina Trump tê payîn ku heta niha Amerîkayê nêzî 4 hezar TIR çek, cebilxane, wesayîtên zirxî, moşek û çekên giran dane HSDê.

Ji hêla din ve di vî warî de heta niha ji (HSD) tu daxuyanî nehatine dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1962 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:57