Amerîka piştî kuştina Jîna Emînî derbarê Îranê'de biryara sepînên nû da

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî îro roja pêncşemê siza danî ser polîsê Exlaqî yê Îranê jibo binpêkirin û tundûtûjîya dijî jinên Îranî û binpêkirina mafên xwepêşanderên aştîyane yên Îranî.
23.09.2022, Cum - 05:15
Amerîka piştî kuştina Jîna Emînî derbarê Îranê'de biryara sepînên nû da
Nuçe Belav bike

Polîsê Exlaqî berpirs in hember kuştina keça kurd ya 22 salî Jîna (Mahsa) Emînî hatibû girtin jiber ku hîcab bi awayekî guncav lixwe nekiribû.

Wezareta Xezîneyê herwiha siza danî ser heft rêberên payebilind yên hêzên ewlekarîya Îranê, di nav de jî Polîsê Exlaqî, Wezareta Zanyarî û Ewlekarîyê, Hêzên Besîc û çend hêzên din yên fermî.

Ev karbidest berpirsên wan rêxistinan in ku tundûtûjîyê dijî xwepêşander, çalakvanên mafên mirov û çalakvanên mafên jinê bikar tînin.

Wezîra Xezîneya Amerîkî Janet L. Yellen got ku “Mahsa Amînî jineke wêrek bû ku mirina wê li cem Polîsê Exlaqê kiryareke din ya hovane bû ji alîyê hêzên ewlekarîya rejîma Îranê ve dijî xelkê Îranê.”

Karbidesta Amerîkî herwiha got, “Em vê kiryara bê wijdanî bi bihêztirîn peyv şermezar dikin û bangê li hikûmeta Îranê dikin ku tundûtûjîya xwe li dijî jinan rawestîne û herwiha tundûtûjîyê li dijî azadîya derbirîn û kombûnê rawestîne.”

Karbidestên Îranî ku di sizayên îro yên hikûmeta Amerîkî de bûn armanc ev in:

Mohammad Rostami Cheshmeh Gachi, berpirsê polîsê exlaqî.

Haj Ahmad Mirzaei, berpirsê şaxê Tehranê yê polîsê exlaqî.

Esmail Xetîb, Wezîrê Zanyarî û Ewlekarîyê.

Salar Abnoush, cîgirê fermandarê hêzên Basîjê.

Qasem Rezaei, cîgirê fermandarê hêzên cîbicîkirina qanûnê.

Manouchehr Amanollahi, fermandarê hêzên cîbicîkirina qanûnê li parêzgeha Chaharmahal û Bextîyarî.

Kiyumars Heidari, fermandarê hêzên bejayî yên Îranê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:01