Amerîkayê grûpeke din a ser bi Heşda Şeibî ve xiste lîsta terorê

Wezareta Derve ya Amerîkayê, tevgera Esayib Ehil Heq xiste lîsta terorê.
04.01.2020, Cts - 06:26
Amerîkayê grûpeke din a ser bi Heşda Şeibî ve xiste lîsta terorê
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê aşkere kir ku wan, navê Esayib Ehil Heq ku grûpeke ser bi Heşda Şeibî ve ye, li lîsteya rêxistinên terorî zêde kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq, Qeyis Xezelî û cîgirê wî Leyis El Xezelî xistin lîsta terorê.

Hatiye diyarkirin ku ev pêngav weke bergiriyek li hemberî egera encamdana êrişên terorî yên wê grûpê hatiye wergirtin û hatiye gotin ku her kes û saziyên ku kar û peywendî hebe li gel vê rêxistinê, dê were sizadankirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê kiriye ku Esayib Ehil Heq ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve rahênana wê pêk tê û herwiha aboriya xwe jî ji aliyê Îranê ve dabîn dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1064 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:01