Amerîkayê hejmara serbazên şandine Rojhilata Navîn aşkere kir

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku wan ji meha Gulanê ve, ji bo nîşandana pabendbûna bi hevpeyman û hevbeşên wî welatî ve, wan 14 hezar serbaz veguhastine bo Rojhilata Navîn.
14.12.2019, Cts - 09:11
Amerîkayê hejmara serbazên şandine Rojhilata Navîn aşkere kir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper, daxuyaniyek derbarê rewşa Rojhilata Navîn belav kir û got ku ev çend meh e, êriş û kiryarên Îranê li navçeyê zêde bûne û weke nimûne jî “êrişa li ser hejmareke armancan li nav Siûdiyê, çekxistina tevgera deryayî li Hurmizê, xistina firokeyeke bêpîlot a Amerîkayê, alîkariya grûpên weke Hûsî, Hizbûllah û grûpên mîlîşeyên Şîe li Iraqê.”

Mark Esper got ku bo bersivdayîna wan êriş û kiryaran û herwiha ji bo nîşandana pabendbûna li gel hevpeyman û hevbeşên Amerîkayê, welatê wî ji meha Gulana îsal heta niha 14 hezar serbaz veguhastine Rojhilata Navîn.

Ev daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê di demekê de ye ku li gor dawîn amaran, Amerîkayê 13 hezar serbaz li Kiwêt, 13 hezar serbaz li Qeterê, 7 hezar serbaz li Behreyn, 5200 serbaz li Iraqê, 5 hezar serbaz li Îmaratê û 2800 serbaz jî li Urdinê hene.

Hevdem derbarê Îranê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, di twîtekê de, got ku ew dê bi tundî bersiva Îranê bidin eger ziyanê bigihîne serbazên Amerîkî yan jî hevbeşên wan li Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:23:07