Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê: Agirbest Efrînê jî li xwe digire

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê agirbesta li Sûriyê, ragihand ku agirbest hemû xaka Sûriyê li xwe digire û divê Tirkiye jî pabendî agirbestê bibe.
28.02.2018, Çar - 06:31
Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê: Agirbest Efrînê jî li xwe digire
Nuçe Belav bike

Heather Nauert di derbarê biryara agirbestê ya Encûmena Asayîşa Navdewletî ya di derbarê Sûriyê de axivî. Nauert ragihand ku agirbest ji bo seranserê Sûriyê derbasdar e û got, ‘Divê Tirkiyê wê biryara encûmena asayîşa navdewletî ji nû ve û bi baldarî bixwîne.’

Berdevak Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî navê wan welatên ew biryar îmze kirine xwendin û wiha axivî: ‘Tevî ku Rûsya ji agirbestê re gotibe erê jî, piştgiriya xwe ya bo rejîmê berdewam dike. Ev kêşeyeke mezin e. Agirbest di çarçova alîkariya mirovî de hemû Sûriyê li xwe digire. Tenê DAIŞ, El Kaide, El Nusra û rêxistinên mîna van li xwe nagire.’

Heather Nauert di derbarê Efrînê de jî got, ‘Divê Tirkiye biryara agirbestê ji nû ve û bi baldarî bixwîne. Ev biryar ji bo maweyê 30 rojan li seranserê Sûriyê agirbestê li xwe digire. Em pêşniyaz dikin ku Tirkiye vê biryarê dîsa bixwîne.’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:00