Amerîkayê li ser operasyona leşkerî ya Tirkiyê helwesta xwe nîşan da

Wezareta Derve û Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê dê “zerarê bide têkoşîna li dijî DAIŞê.”
22.11.2022, Sal - 11:12
Amerîkayê li ser operasyona leşkerî ya Tirkiyê helwesta xwe nîşan da
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi sernavê "Tundiya li bakurê Sûriyê, bakurê Iraqê û başûrê Tirkiyê" daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê amaje bi kuştina sivîlan hate kirin û dibêje: “Amerîka ji ber kuştina sivîlan li Sûriye û Tirkiyê sersaxiyê li herdu welatn dike.”

Her wiha di daxuyaniyê de tê xwestin rageşiyê bên kêmkirin û dibêje: “Em banga kêmkirina rageşiyê dikin ku piştgiriya armanca hevbeş a parastina jiyana sivîlan û têkbirina DAIŞê li Sûriyê bikin. Em berdewam in li dijî her kiryareke serbazî ya ne hemahengî ku serweriya Iraqê binpê dike.”

Derbarê heman mijarê de Wezareta Berevaniya ya Amerîkayê (Pentagon) jî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Berevaniya ya Amerîkayê amaje bi yekê dike ku operasyonên bi wî rengî metirsiyê li ser armanca bi temamî jinavbirina DAIŞê çêdike û dibêje: “Di dawiya hefteyê de, me dît ku Tirkiyê êrîşên esmanî li bakurê Sûriyê û Iraqê pêk anîn, û hêzên kurdî yên Sûriyê êrişên nû li başûrê Tirkiyê pêk anîn. Wezareta Berevaniyê berdewam li dijî her kiryareke serbazî ye ku rewşa Sûriyê têk bide yan serweriya Iraqê binpê bike. Herwiha em dê li dijî her bi kiryarên serbazî yên ne hemahengî ligel hikûmeta Iraqê berdewam bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:51:05