Amerîka bi nirxê 3 milyar dolaran çek dane YPG'ê!

Eksperê Rûs Semyon Bagdasarov ragihand ku Amerîkîyan ji bo binesazîya leşkerî ya li Sûrîyeyê veberhênanên gelek mezin kirine û ew ji bo demeke dirêj li wir in.
24.11.2017, Cum - 11:35
Amerîka bi nirxê 3 milyar dolaran çek dane YPG'ê!
Nuçe Belav bike

Çend roj berî niha Washington Postê ragihandibû ku DYA dixwaze hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûrîyeyê ji bo demeke dirêj biparêze. Rêvebirê Navenda Lêkolînên Welatên Rojhilata Navîn û Asya Navîn Semyon Bagdasarov di weşana Radyo Sputnikê de ew îda nirxand û destnîşan kir ku amerîkîyan veberhênaneke mezin di şerê li Sûrîyeyê de kirine û ji wî welatî naçin.

Berî niha serokê Pentagonê Ceyms Mettis jî ragihandibû ku heta di pêvajoya aştîyê ya Cenevê de serkeftin neyê dabînkirin, DYA ji Sûrîyeyê dernakeve.

Li gor nêrîna Bagdasarov, li Sûrîyeyê hebûna hêza leşkerî ya DYA'yê wê li guşarê li ser Beşar Esad bike ku di dema hevdîtinên Cenevê yên dawîya meha Mijdarê têne destpêkirin de zêdetir tawîzan bide.

Semyon Bagdasarov axaftina xwe ya di weşana radio Sputnikê de wiha berdewam kir: "Dîyar bû ku amerîkîyan nîyet tune ku ji Sûrîyeyê biçin. Wan ji bo binesazîya leşkerî ya li herêmê veberhênanên gelek mezin kirin. Ew ji bo demeke dirêj li wir in. Anku li herêma wek Federasyona Bakûrê Sûrîyeyê tê bi navkirin. Amerîkî ji bo Quwetên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) bênavber çekên giran û teknîka leşkerî radigihînin. Wek kurd bi xwe jî dibêjin, Amerîkîyan di wan demên dawîyê de bi buhayê 3 milyar dolaran çek û teknîka leşkerî radestê wan kirine. Ji ber wê jî ji wê derê dernakevin. Ji bo mayîna wan a li wê derê tu bingeh jî pêwist nîne.

Demek berî niha ji Wezareta Karên Derve ya DYA'yê hate ragihandin ku `zû yan dereng ewê Beşar Esad wergerînin û ji bo pêkanîna wê jî navgînên pêwist hene`. Yek ji wan navgînan jî hêza çekdar HSD ye. Eger li dewerekê konflîkt rû bide, ewê vegere konflîkteke global. Tirsa min ew e ku her tişt ber bi wê arasteyê ve diçe. Amerîkî naxwazin bi me re li ser tu rê û rêbazên lîstikan li hev bikin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1776 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:58