Amerîka bo balafirgehên Kurdistan liser Bexda fişarê dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di axaftinekî xwe de got; "Em dixwazin navbera herdu aliyande diyalog hebe û jibo ji nû ve vekirina balafirgehan fişarên me liser Bexda didome."
22.11.2017, Çar - 06:51
Amerîka bo balafirgehên Kurdistan liser Bexda fişarê dike
Nuçe Belav bike

Nauert diyar kir, ku ew di astekî bilind de piştevaniya gotûbêjan û diyalogê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Bexdayê de dikin, ji bo vê mebestê jî nûnerê taybet yê serokê Amerîka di hevpeyaman navdewletî ya dijî DAIŞê de û piştre wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson bi riya telephone pêwendî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraê Heyder Ebadî re kir.

Nauert tekez kir, ku ewê fişarê li ser Bexdayê bikin daku firîngehên Herêma Kurdistanê veke.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîneke çapemeniyê de derbarê diyarkirina şandiyekî ji bo gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand: “Bêguman ew hizir gihiştiye me, ku em şandiyekê taybet destnîşan bikin. Lê bi baweriya me ev pirsgirêkeke navxweyî ye û divê li navxwe çareser bikin. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar li ser bê kirin. Em hest nakin ku pêwîstî bi navbeynkariya Amerîkayê hebe, yan pêgeyekê nû biavêjin. Ji nêzîk ve peywendiyên me li gel Kurd û her wiha hikûmeta Iraqê hene, em bi berdewamî ji bo dest pê kirina gotûbêjan hêsankariyan dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:04