Amerîka çek ji HSDê re şandin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) çekên sivik û otombîlên leşkerî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) birê kirin.
31.05.2017, Çar - 10:06
Amerîka çek ji HSDê re şandin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine Galloway duh ragihand, Washingtonê çekên sivik û otombîlên leşkerî ji HSDê re birê kir.

Di destpêka vê mehê de Serokê Amerîka Donald Trump biryar dabû ku di çarçova operasyona Reqayê de, çekên sivik û giran bidin YPG û HSDê.

HSDê ji 5 Mijdara 2016an dest bi operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina derdora Reqayê de ragihandibû. Niha jî operasyona HSDê li nêzîkî bajêr berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:27