Amerîka: Çekên me dane YPGê em ê ji wan bistînin

Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis nameya bi mijara YPGê ji hemkarê xwe yê tirk Fikri Işik re şand.
22.06.2017, Per - 13:04
Amerîka: Çekên me dane YPGê em ê ji wan bistînin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis nameya bi mijara YPGê ji hemkarê xwe yê tirk Fikri Işik re şand. Li gorî zanyariyan di nameyê de lîsteya çekên Amerîkayê ku dane Yêkîneya Parastina Gel (YPG) heye.

Wezîrê amerîkî Mattis di axaftina xwe de gotibû "li sehayê hevkarî bi YPGê re mecburî ye'.

Mattis di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema rêxistina terorîst a DAIŞê têkçû wê çêk bere paş werin standin."

Amerîka her meh lîsteya çêkên ku ji YPGê re şandine, dê bi Enqereyê re parve bike.

Piştî ku DAIŞê têkçû çek û cebilxaneyên ku hatine qeydkirin dê ji paşve werin standin.

Sedî 80ê hêzên ku Reqayê ji DAIŞê bistînin, dê ji erebên sûrî pêk werin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1745 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:01