Amerîka çekên nû ji YPG'ê re şandin

Li gor agahiyên ku ji Quwetên Suriya Demokratîk (QSD) hatine bidestxistin, Amerîka, di çarçoveya operasyona Dêra Zorê de hîn jî çekên giran û wesayîtên zirxpoşî ji QSDê re dişîne.
31.10.2017, Sal - 12:32
Amerîka çekên nû ji YPG'ê re şandin
Nuçe Belav bike

Rayedarekî QSD'ê ku pêşengiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike ji Sputnikê re ragihand ku Amerîka ji ber operasyona li Dêra Zorê, doh wesayiten zirxpoş û çekên girn şandine û weha berdewam kir: "Amerîka ji ber operasyona li Dêra Zorê ji me re wesayîtên Hummer yên zirxpoşî û çekên giran şandin. Di nav çekên ku ji me re hatien şandin de, roket, moşekên şopandinê tînê, topên hawanî, çekên mekîneyî yên giran, keleşkof û çekên din yên sivik hene. Çek û wesayîtên Hummer yên zirxî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve di deriyê Sêmelka re anîne Rojava. Ji wir jî bi tiran anîne herêmên ku me ji DAIŞê paqijkiribûn yên li rojavayê bajarê Dêra Zorê. Çek û wesayîtên zirxî bi 120 tiran hatin.

Rayedarê ku got ji bo operasyona Dêra Zorê pêdiviya me bi bêtir çek heye weha berdewam kir: "Di operasyona Dêra Zorê de em bi pêşdikevin. Divê em bi wesayîtên zirxpoşî biçin cihên ku şer lê diqewime. Gelek şervanên me ji bo ku ne di nava wesayitên zirxpoşî de bûn, di encame gule û topên hewanê yên ku DAIŞ'ê avêtin de jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ bi topên hewanî û kanasan li ber xwe dide. Heke di destê şervanên me de têra xwe çekên giran û wesayîtên zirxpoşî hebin wê wendahiyên me pir kêm bin. Di destê me de, Hummerên zirxpoş yên ku Amerîka dane hene lê têrê nakin. Me ji Amerîkayiyan re got ku pêdiviya me bi bêtir wesayîtên zirxpoş û çekên giran heye. Ji ber ku ew jî tim li herêmê ne bi vê yekê baş dizanin û dibînin. Wan jî soz dan ku dê pêdiviyên we, werin bi cî kirin."

Tê idîakirin ku Amerîkayê heya niha 1780 tir çekên giran û wesayîten zirxpoş ji HSDê re şandine. Herwiha berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd berî niha gotibû ku ew nikarin hejmara çekên ku Amerîka dane wan aşkere bikin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:25